Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li Sûriyeyê cara yekem bû ku Newroz wekî cejneke niştimanî û fermî dihat pîrozkirin.
Lê belê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rê li ber bilindkirina Alaya Kurdistanê hat girtin bêrêzî lê hat kirin û alozî derketin.
Li Efrînê û derdora wê di pîrozbahiyê Newrozê de li hemberî Kurdan binpêkarî hatin kirin.
Welatiyên Sûriyeyî û alîgirên hikûmetê rê neda ku Alaya Kurdistanê were bilindkirin.
Alaya Kurdistanê ji destê xelkê hat standin û bêrêzî li wan hat kirin.
Li gorî hinek vîdeoyên ku hatine belavkirin, li herêma Efrînê êrişî ciwanên Kurd tê kirin.
Di dîmenan de xuya dibe ku heqaret li ciwanan tê kirin û li wan dixin.
Her wiha hinek endamên berê yên komên çekdar heqaret li Alaya Kurdistanê jî kiriye.
Li Hesekê û Qamişloyê xwenîşandan
Kurdan ev kiryarên li Efrînê qebûl nekirin.
Li Hesekê û Qamişloyê Kurdan xwenîşandan kir û Alaya Kurdistanê bilind kir.
Şervanekî Kurd di xwenîşandanê de got, “Ev al Alaya me ya Kurdan e, bijî Kurd û bijî Kurdistan.”
Xwenîşanderekî Efrînî jî bertek nîşan da û got, “Alaya Kurdistanê dişewitînin, ciwanên me dikujin.
Em ji hikûmeta demkî re dibêjin êdî bes e. Ez ji Efrînê me, 5 caran koçber bûme û ez venagerim.”
Helwesta rayedaran û daxuyaniyên fermî
Li Kobaniyê jî bûyera daxistina alaya Sûriyeyê çêbûbû.
Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Semîr Elî Oso (Sîpan Hemo) ev bûyer wekî karekî takekesî bi nav kir.
Lê belê Ofîsa Parêzgeha Helebê ku Kobanî bi ser ve ye, tenê behsa bûyerên Kobaniyê kir û qet behsa rêgirtina li ber Alaya Kurdistanê ya li Efrînê nekir.
Li aliyê din, Nûnerê Taybet ê Serokatiya Sûriyeyê yê ji bo cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn Ehmed Hîlalî bangî hemû aliyan kir ku xwe aram bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse