Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Swêdê bi awayekî fermî zilamekî 62 salî bi wê yekê tohmetbar dike ku hevjîna xwe neçar kiriye bi dehan zilaman re seksê bike.
Nêzîkî 120 zilaman di vê dozê de ne û vê skandalê Swêd hejandiye.
"Pelicota Swêdê"
Di medyaya Swêdê de ev doz wekî "Doza Pelicota Swêdê" tê binavkirin.
Ev yek wekî amajeyekê ye ji bo doza Gisèle Pelicota Fransayî ku hevjînê wê derman dida wê û zilam ji bo destdirêjiya li ser wê dibirin malê.
Zilamê tohmetbar ê Swêdî yê ku berê endamê koma motorsîkletan a "Hells Angels"ê bû, piştî ku hevjîna wî giliyê wî kir ji meha Çiriya Pêşîn a borî ve hatiye girtin.
Tohmetên giran û bazirganiya mirovan
Wî kesî bi salan bi rêya reklaman li ser înternetê hevdîtin organîze kirine û ji firotina laşê hevjîna xwe pere kom kirine.
Li gorî belgeyên, ev zilam bi van tawanan tê darizandin:
- 8 bûyerên destdirêjiyê
- Çar caran tacîz û hewldana sêksa bi darê zorê
- Çar caran êrişên ji bo sêksê
- Sûdwergirtina ji serxweşbûna jina xwe ya ji ber madeyên hişbir û dabînkirina madeyan ji bo kontrolkirina wê
120 kiryar hatine tesbîtkirin
Serdozger Aida Annerstedê ragihand ku ji bo hinek kesan û hinek rewşan "xetên sor" ên jina mexdûr hebûn lê belê hevjînê wê hemû xetên sor bin pê kirine.
Hatiye diyarkirin ku tohmetbar bi berdewamî gef li hevjîna xwe xwarine.
Li hêla din, ev tawan di navbera 11ê Tebaxa 2022yan û 21ê Çiriya Pêşîn a 2025an de hatine kirin.
Serdozgeriyê eşkere kir ku heta niha 120 kes wekî kiryar hatine destnîşankirin.
26 ji wan bi awayekî fermî tohmeta seksa bi pereyan hatine tohmetbarkirin lê lêkolîna li ser kesên din didome.
Silvia Ingolfsdottira parêzera jina mexdûr got ku muwekîla wê niha tenê li benda edaletê ye.
"Qirêjî ne"
Wezîra Wekheviya Regezî ya Swêdê Nina Larssonê li ser hesabê xwe yê Xê dilgiraniya xwe anî zimên û got:
"Ev rapor qirêjî û hejêner in. Pêwîst e zilam dev ji kirîn û firotina laşê jinan berdin."
Yekem rûniştina darizandina vî zilamî 13ê Nîsana 2026an li Swêdê dest pê bike.
Tê payîn ku ev doz bibe yek ji dozên tawanê yên herî berbelav ên salê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse