WSJ: Trump amade ye bêyî vekirina Tengava Hurmizê şer bide sekinandin

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Tengava Hurmizê Şer Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hevkarên xwe yên nêzîk re ragihandiye ku ew amade ye dawî li operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bîne.

Wî diyar kiriye ku heta eger Tengava Hurmizê girtî jî bimîne, ew dîsa jî amade ye şer bide rawestandin.

Rojnameya Wall Street Journalê li ser zarê berpirsên Birêvebiriya Trump eşkere kir ku Serok û şêwirmendên wî gihîştine wê baweriyê ku operasyoneke leşkerî ya mezin a ji bo vekirina Tengava Hurmizê dê şer gelekî dirêjtir bike.

Li gorî wan, ew şer dê ji wê heyama 4-6 hefteyan a ku Trump destnîşan kiriye, derbas bibe.

Ji ber vê yekê Trump biryar daye ku destpêkê li armancên sereke bixe.

Wate, ew dê destpêkê hêza deryayî û mûşekan a Îranê asteng bike û piştre bi rêya guvaşên dîplomatîk an jî hevalbendên xwe hewl bide tengavê veke.

Helwestên guherbar ên Trump

Meha borî, helwestên Trump ên derbarê mijarê gelek caran guherîn.

Wî hin caran gefa wêrankirina jêrxaneya enerjiyê ya Îranê dixwar, bi mercê ku eger tengav neyê vekirin.

Lê di demên din de wî girîngiya tengavê ya ji bo Amerîkayê kêm nîşan dida.

Trump gelek caran digot ku girtina wê tengavê pirsgirêka welatên din e, ne ya Amerîkayê ye, ji ber ku pêwîstiya Washingtonê bi enerjiya wê herêmê nîne.

Bihayê petrolê metirsîdar e

Girtina Tengava Hurmizê bandoreke wêranker li ser aboriya cîhanê kiriye.

Roja duşemê, bihayê petrola Amerîkayê benda 100 dolarî derbas kir.

Pispor pêşbînî dikin, eger ev rewş bidome dê bihayê petrolê bigihîje 200 dolarî jî.

Niha li çendîn welat û pîşesaziyên cîhanê pirsgirêka kêmbûna sotemenî, gubre û parçeyên komputeran heye.

Pispora kar û barên Îranê û Alîkarê Serokê Peymangeha Brookingsê Suzanne Maloneyê bi tundî rexne li vê biryara Trump girt û ew wekî "karekî gelekî bêberpirsiyarî" pênase kir.

Maloneyê got, "Amerîka û Îsraîlê bi hev re dest bi vî şerî kir û ew nikarin tenê bi astengkirina artêşa Îranê vekişin û encamên aborî ji cîhanê re bihêlin.

Ti rê nînin da ku Amerîka xwe ji wê zerera aborî ya mezin biparêze ku ji ber girtina tengavê çêbûye."

Hêzên Amerîkayê li herêmê zêde dibin

Trump dixwaze bi lez dawî li şer bîne jî lê ew pêgeha xwe ya leşkerî ya li herêmê bihêztir dike.

Roja şemiyê keştiya USS Tripoli û Yekîneya 31ê ya Deryayî gihîştin herêmê.

Trump di heman demê de biryara şandina tîma bijarte ya Lîwaya 82yan a Asmanî daye û mijara şandina 10 hezar leşkerên din jî li ser maseyê ye.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê got ku Trump li bendê ye Tehran peymanê bike.

Wê anî ziman ku Amerîka ji bo asayîkirina çûnûhatina tengavê hewl dide lê ew wekî armanceke sereke ya leşkerî bi nav nekir.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent jî got, "Bi derbasbûna demê re, Amerîka dê kontrola tengavê bike.

Ev yek çi bi rêya hevalbenda Amerîkayê be, çi bi ya navneteweyî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst