Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan sedema daketin û bilindbûna bihayê lîre û nearamiya bazara dirav li Tirkiyê, vedigerîne ser siyasetên Amerîka û Ewropayê. Erdogan dibêje: “Amerîka, Ewropa û hin aliyên din, peyamên dijatiyê bo Tirkiyê dişînin.”
Partiyên opozisyonê zêdetir tekeziyê li ser rewşa aborî û giraniya bazarê dikin, û AK Partî tometbar dikin.
Li gorî hin şirovekarên aborî, berpirsên banka navendî ya Tirkiyê hewl didin heta derbasbûna dema hilbijartinên şaredariyan, buhayê lîre cîgir bimîne û ziyana wê li hember dolar sînordar be.
Hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bi demjimêran mane, û ji serkirdeyan re çend seat mane ku bangeşeya xwe bi dawî bikin.
Di dema borî de lîreya Tirkî bi awayekî neasayî daket û bilind bû, Serokomarê Tirkiyê û Serokê AK Partî Recep Tayyip Erdogan, Amerîka û Ewropa û çend aliyên din tometbar dike, ku aliyên biyanî peyamên dijatiyê bo Tirkiyê dişînin.
Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Ew kesên ku nikarin bi kamera bên hemberî me, peyamên xwe bi rêya Sûriyê, Iraq, Qendîl, Penselvaniya û Parlemntoya Ewropayê dişînin. Yan jî ji dûrî 16500 kîlometreyan dişînin. Îca ew peyamên xwe bi rêya nokerên xwe dişînin, em jî li Mûşê bi rêya Rabiheya xwe bersiva wan peyaman didin.”
Bihayê Lîreya Tirkî di dema borî de û bi taybetî di dema aloziyên di navbera Enqere û Waşingtonê de, bi giştî daket û bandor li ser rewşa borî ya Tirkiye çêkir.
Herçiqas bihayê lîreyê bi berdewamî daket û bilind bû, lê di her sê mehên borî de heta astekê di navbera dolarek hemberî zêdeyî 5 lîreyan de ye.
Erdogan di programeke taybet de li gel xwendekarên zanîngehê de li ser vê mijarê ragihand, ew lîstokên ku li gel Tirkiyê hatin kirin encamên wê berovajî bûn. Niha ew ji bo peredanê lîreya Tirkî bidest wan nakeve û rûbirûyî arîşeyê bûne. Ji ber ku bihayê lîreya Tirkî lê vegeriyaye û dolar jî bi çend poyntan daketiye.
Partiyên opozisyonê zêdetir tekeziyê li ser rewşa aborî û giraniya bazarê dikin û AK Partî tometbar dikin. Herwiha rexneyan li Erdogan digirin ji ber dibêje, ev hilbijartina man û nemana desthilatê ye.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar dike: “Ez dizanim giraniya nanxwarinê li malên we heye, herwiha dizanim jî rêjeya bêkariyê bilind bûye, û hejmar gihiştiye 8 milyon kes, ku zêdetir li welatiyên gelek welatan, ez û we vê yekê dizanin. Ber bi hilbijartina xwecihî diçin, desthilat bi arîşeya man û nemanê girtiye, arîşeya bêkariyê û helawsanê heye, dive vê yekê çareser bikin, dikandar kelûpelan nafroşin, de ka çareser bikin, em muxtaran hildibijêrin daku taxan birêve bibin, man û neman li kûderê êdî heye.”
Roja Yekşemê gelên Tirkiye berbijêrên şaredariyan hildibijêrin, li aliyekî Hevpeymaniya Cimhûr ku AK Partî û MHP li xwe digire, û li aliyekî din jî Hevpeymaniya Millet ku CHP û ÎYÎ Partî li xwe digire, û li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê HDPê û Partiya Seadet tên piştgirîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse