TAYBET - Serokwezîrê Iraqê li ser "Dewleta Kurdî" û "Kerkûkê" axivî

31-03-2017
RÛDAW
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsyarên Rûdawê da.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsyarên Rûdawê da.
Nîşan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Dewleta Kurdî Kerkûk Kurd Ereb Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re behsa dewleta kurdî, petrol, mijara Kerkûk û Mûsilê kir û got: “Bi nêrîna min ji bo Kurd û hemû iraqiyan wisa baştir e ku bi hev re bin.”

 

Serokwezîrê Iraqê ku ji bo beşdarbûn di civîna Lûtkeya Komkara Erebî de serdana Urdinê kiribû, di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de behsa çend mijaran kir.

 

Heyder Ebadî derbarê encamdana referandumê li Herêma Kurdistanê de ragihand: “Ez hez nakim dirêjiyê bidim mijara referandumê, çimku encama referandumê aşkera ye û ez daxwaz dikim, ku xwe jî û me jî şermezar nekin, lê belê pirsyar ev e, ku aya dê encama referandumê cîbicî bikin an na?”

 

Li ser mijara hildana  Ala Kurdistanê li Kerkûkê jî, Ebadî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Renge hinek kes weke provakasyonekê berê xwe didin bilindkirina vê alê. Rewşa Kerkûkê provakasyonê qebûl nake û ez daxwaza paşxistina vê mijarê dikim.”

 

Derbarê dema bi dawî hatina şerê Mûsilê de jî, Heyder Ebadî li bi xwe Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê jî ye, dibêje: “Penah ber Xwedê, di wan çend heftiyan de dê hemû (operasyon) bi dawî bibin.”

 

Ev jî tevahiya hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re ye:

 

Rûdaw: Birêz Heyder Ebadî em spasiya te dikin ji bo wê derfetê. Hûn serpireştiya şerê Mûsilê dikin û kampanyayeke dîplomatîk jî birêve dibin, em destpêka ji Lûtkeya Erebî ve dest pê bikin, Iraq di Lêtkeya Erebî de çi bi dest dixe?

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî: Bi navê xwedayê mezin. Silav bo bînerên we. Di rastî de wek hûn dizanin, hinek xelk gelek hêviyan li ser Lûtkeya Erebî ava dikin, lê belê me xwast, ku em bi encameke nû ji vê lûtkeyê derkevin. Rewşa Erebî tijî nakokî û arîşeyên mezin e, curek alozî heye, ev jî bûye sedema milmilanî û nakokiya herêmî û derfet li pêşiya tevgerên terorîstî yên weke DAIŞê vekiriye, ku li Sûriyê çêbibe. Wê yekê jî serêşî û karesatên gelek mezin ji me re li Iraqê çêkir. Karesata lawaziyê, dema ku DAIŞ hate nav Iraqê û xelk kuşt, herwiha ev qurbanîdana ku di rûbirnûna DAIŞê de me da, ji wê xelkê ku di rûyê wê de sekinîn, hemû aliyekê qurbanî da, Pêşmerge qurbanî da, xwebexşan qurbanî da, polîs û hemû tiwêjan qurbanî da. Me lênihêrînek hebû ku bidin birayên xwe, ev jî ev bû ku nabe êdî dirêjî bi wan rikeberiyan bidin, çimku ew nakokî rê bi grûpên terorîstî didin ku em hemû têkbiçin. Rast e me nakokî hene, em ji wê yekê fam dikim, lê belê divê em kontrol bikin û kar ji bo nehîştina wan bikin, û em beşdar bin di bazneyeke berfirehtir de, ew jî çarçoveya berfireh a rêkevtin û karê hevbeş e. Niha Iraq ciyawaz e ji ya berê, ew jî vê yekê dibînin. Niha Iraq ji carên berê bihêztir e. Me serkevtina mezin bi ser DAIŞê û terorîstan de bi dest xist, ku hinek kesan bawer nedikir, ku di wê dema kurt de ew yek pêk were. Wan dît ku çawan Pêşmerge û Artêşa Iraqê mil bi milê hev şer dikin, li cihê ku şerê hevdu bikin. Çimku pêştir wiha didîtin, ku Iraq nakok e li gel hev, hev dikujin, lê belê niha dîtin ku iraqî li hember dijminekî hevbeş yekgirtî ne. Niha derfetek heye Iraqa bihêz rabe ser pê, niha em wê dibînin ku Iraq dirabe ser pêyên xwe. Ev yek bi qazanca hemû iraqiyan e. Li gorî nêrîna me û her weke ku me behs kir, hikûmeta Iraqê bêyî ciyawazî xizmeta hemû irqiyan dike, bêyî berçavgirtina arasteyên wan ên ciyawaz, ev siyaseta Iraqî ye, ku hevniştimaniyê iraqî, hevniştimaniyekî/ê pile yek e, li her derê be, li Kurdistanê be yan li her parêzgehekî din ê Iraqê. Îca Kurd be, Ereb be, yan Şîe be, Sunnî be yan Mesîhî be yan her iraqiyeke din be. Ev lênihêrîneke iraqî ye, em naçin bin barê desthilata ti kesî, naçin jêr hejmoniya ti kesî. Iraqiyan hestekî bilind ê niştimanî hene. Di heman demê de ku em naçin jêr bandora ti kesî, lê belê em hevkariyê bi welatan re dikin, bo belgeyê jî hevkariya me li gel hevpeymaniya navdewletî heye, ku hat alîkariya me da û dide. Hevkariya me li gel hin welatên cîran heye, ku hatin hevkariya me bikin. Me hêvî jî bi rewşa nû ya erebî heye, ku em deverên xwe avedan bikin, ku DAIŞê wêran kiribûn û jiyan û aramiyê vegerînin wan cihan.

 

Gelo we razîbûna welatên erebî bo avedankirina wan deverên wergirtiye?

 

Belê, ji Kuweytê û Sidûyê û Îmaratê ve, lê belê bila em zelal bin û bi xeyalan ve neaxivin. Bo wê yekê em çûne ku me berjewendiya hevbeş hebin. Weberhênan, bi tevahî deriyê weberhênan em vekin, da ku weberhênan li wna deveran bihê kirin, ew yek jî derfetên kar çêdike, avedankirina dezgehan dest pê dike. Li ser wê yekê em hevkariya hev dikin. Projeyên wan ên serkevtî hene li Îmratê, heta li Siûdiyê û Kuweytê jî. Em dikarin alîkariya hev bikin di vekirina deriyê weberhênanê de, ku niha ji bo me giring e, bi taybetî li gel têkçûna nirxê petrolê.

 

Birêz Serokwezîr, we civîn li gel Şahê Siûdiyê hebû, aya rast e ku Siûdiye deynên xwe yên li ser Iraqê bexşiye?

 

Me behsa vê mijarê nekir û me gotûbêj li ser nekir, lê belê tekez emê paşê behsa wê bikin bo gihandina mijarê û asayîkirina pêwendiyên Iraq û Siûdiyê, ne tenê li ser asta siyasî, belku li ser asta civakî û aborî. Ev ji bo me giring e. Siûdiye welatekî cîranê me ye, ji ber wê jî çênabe ku em bo demek dirêj bêyî ji hev famkirinê bijîn. Pêwendiyên dîplomatîk di navbera Iraq û Siûdiyê de piştî dagîrkirina Kuweytê ji aliyê rejîma Besi a Seddamî ve di sala 1991ê de, hatin qutkirin. Îro ev pêwendî çêbûne, pêwîst e em wan pêwendiyan di demek nêzîk de bi pêş bixin, nabe ku em di dema bihorî de bijên. Alozî heye ji her du aliyan ve, hinek alî hene ji her du aliyan ve ku naxwazin pêwendî baş bibin. Ji ber wê jî pêwîst e, em hevakriya hev bikin û wan hevkariyan bo warên din berfirehtir bikin, da ku sûdê jê werbigrin, da ku gelê wan jî û gelê me jî ji wê yekê qazanc bike. Têgihîştineke Siûdiyê jî di vê bareyê de hebû.

 

Birêz Serokwezîr, di daxuyaniya dawî ya Lûtkeya Komkara Erebî de, gotina parastina yekparçeyiya xaka Iraqê weke beşek ji parastina asayişa netewî ya Ereb hatibû, aya ew gotin li ser daxwaza we hat danîn? Gelo mebsta we ev e ku Kurd daxwaza referandumê û cudabûnê dike?

 

Nexêr mebest ev nebû, mebest ew proje bûn ku ji bo dabeşkirina Iraqê dihatin pêşkêşkirin. Her weke ku hûn dizanin ji berê ve hinek dibêjin ku Iraq dibe 3 perçe, Sunnî, Şîe û Kurd. Ew yek bi tevahî tê redkirin. Em di xema yekparçeyiya Iraqê de ne. Hûn dizanin heta rêveberiya nû ya Amerîkayê jî tekezî li ser yekparçeyiya xaka Iraqê dike. Em dixwazin ev yek metoda hemûyan be. Em wiha dibînin ku iraqeke yekparçe bihêztire ji bo hemûyan, lê belê ji bo mijara serxwebûnê, ez wiha dibînim ku ev yek hêvî û xwezî ye, xwestek û hebûna hêviyê jî mafê hemû kesekî ye û ez rêzê jê re nîşan didim. Mafê hemû mirovekî ye ku hêviyan bixwaze û xwediyê xweziyan be û niyeta bi dest xistina wan jî hebe, lê belê di realîteyê de berjewendî hene. Divê hesab bo berjewendiyan bikî, aya bi vê serxwebûnê berjewendiyan bi dest dixî, yan li gel iraqeke yekgirtî de bi dest tînî, ku hemû xortên wê pêkve di yek welatî de bijîn. Bi nêrîna min bo Kurd û hemû iraqiyan wisa baştir e ku pêkve bin. Cudabûn di vê qonaxê de û di qonaxên berê de jî, dibe sedema ziraran bo gelê Kurd bixwe, çimku derdora te jî wê yekê qebûl nake. Te derdorek heye ku dijî te ye, tu dê werî dorpêçkirin. Niha Ewropa ber bi rakirina astengan û bazirganiyê diçe, eger em ber bi dabşbûnê ve biçin, dibe sedema ziraran. Ez bawerim, ku gelek siyasetvanên Kurd ku newêrin bi aşkerê wê yekê bêjin, lê belê di dema axavtina li gel min de, ew jî wiha difikirin û dibêjin, rast e, berjewedniya Kurd di wê yekê de ye ku di çarçoveya vê Iraqê de bimîne, lê belê bi mercekê û ez jî vê mercê dibêjim, ku her kurdek jî weke iraqiyekî din reftar pê re were kirin û nabe ku em cudahiyê bikin. Divê serederiya bi hemû iraqiyan re di astekê de be, ev jî hevniştimaniyê pile yek e.

 

We got, ku li derdora Iraqê hinek welat hene ku li dijî cudabûna Kurd in, ti welatek ew yek ji we re gotiye?

 

Ev ne tiştek veşartî ye, Tirkiye helwesta wê ya fermî li dijî cudabûna Herêma Kurdistanê ye. Helwesta fermî ya Îranê jî li dijî cudabûna Herêma Kurdistanê ye. Sûriyeya berê bi heman şêweyî li dijî cudabûnê  bû, Sûriye weke hikûmet û weke rejîm. Bi baweriya min, rewşa giştî ya erebî jî wê yekê naxwaze, tu li navendekê dijî, ku renge alîkar nebe ji bo vê cudabûnê. Cudabûn weke encameke sirûştî ji bo netewekê tê ku di rewşeke diyarkirî de bijî, ku nikare li gel rewşa niha de bigunce. Lê belê ez bawerim ku niha ew araste berovajî ye, gelê Kurd weke netew bi Iraqê re di guncawbûneke gelek baş de ye, li gorî rewşa wan a li welatên din û her aliyeke din.

 

We pêwedniyeke baş heye li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Aya we projeyek heye bo çêkirina zemîneyekê bo çaresrkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê?

 

Me gotûbêj li ser vê mijarê kiriye, vê yekê pêwîstî bi gotûbêjê heye, gotûbêjeke berfireh. Pêwîst e em arîşeyên xwe çareser bikin. Îro pêwendiyên me ji carên berê baştir e. Îro, xwînê em komî bal hev kirine, Kurd û Ereb pêkve şerê dijminekî kirin. Di encamê de, her weke ku di gotûbêja navbera min û Barzanî de jî me behsa wê kir, cihê mixabiniyê ye ku em vegerin ser rikeberiya berê. Xwîna me bi hev re hatiye rijandin û baweriyeke hevbeş jî di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmerge de jî çêbû. Divê em xîmê li ser wê yekê danin û pirsgirêkan çareser bikin, em hewlê jî didin. Min heman axavtin ji serkirdeyên Silêmaniyê yên YNK û Gorranê re jî gotin, wan ji min re got, baş e em pirsgirêkên xwe bi vê rêyê çareser bikin. Bi rastî jî ez dilxweş nînim bi wan rikeberiyên navxweyî yên ku li Herêma Kurdistanê hene.

 

Niha pirsgirêka sereke di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi ye?

 

Serokwezîrê Iraqê: Pirsgirêk komîserhevbûna pirsgirêkan e! Pirsgirêk di dema xwe de nehatine çareserkirin, pirsgirêkên serdema berê ya Beisê. Ji 2003an û vir ve jî, pirsgirêk man û nehatin çareserkirin û komî ser hev bûn. Tu hewldaneke rasteqîn ji bo çareserkirina wan nehat kirin. Me tenê ji hevdu re xweş dikir û hew! Niha pirsgirêka me ya yekemîn ku divê em çareser bikin, pirsgirêka petrolê ye. Piştre pirsgirêka budceyê û awayê reftarkirina bi budceyê re ye. Pêwist e em bigihin yasayekê ku jê re tê gotin dahatên darayî yên Iraqê ku çawa li ser herêm û parêzgehan bên dabeşkirin. Divê guftûgo li ser vê jî bê kirin. Divê em wê di atmosfereke aram de çareser bikin. Bi baweriya min em dikarin di çarçoveya berjewendiya civaka Iraqê de çareser bikin. Divê em di atmosfereke diyarkirî de pirsgirêkan yeko yeko çareser bikin, nabe em hemû pirsgirêkan bi hev re û bi carekê re çare bikin. Divê em di atmosfereke bi bawerî de vê yekê bikin. Eger bawerî nebe herçiqasî tu hewl bidî jî dîsa çare nabe. Eger bawerî û hewldaneke cidî hebe em dikarin çare bikin. Ez mikur têm ku çareserkirina van pirsgirêkan ne hêsan e. Çimkî çend sal di ser pirsgirêkan re derbas bûne. Yek ji van pirsgirêkan jî navçeyên cihê nakokiyê ne, ku ez navê wan dikim navçeyên cihê hevkariyê. Herçiqasî nabe em navên destûrî biguherin jî, lê navçeyên cihê nakokiyê ango rengek ji nakokiyê li ser wan heye, lê divê em hevkariya hevdu bikin ji bo çareserkirina wan û şêniyên wan navçeyan bi hev re wan birêve bibin. Herwiha pirsgirêka gumrik û deriyên sînorî jî ku hemû alî mikur tên ku divê li jêr desthilata federalî bin. Herwiha kêşeya petrolê ku li gor madeya 111 û madeya 112 ya destûrê, divê ew di desthilata federalî de bin. Bi baweriya min em dikarin hevkariya hevdu bikin ji bo çareserkirina wan. Ez pir bi pey çareserkirina pirsgirêkan dikevim, lê pirsgirêk ne tenê Hewlêr û Bexda ne, pêwist e berfirehtir bibe û li jêr sîwaneke siyasî be û li ser asta hikûmetan be, îjar li Herêma Kurdistanê be yan li ser asta Bexdayê be.

 

Tenê du pirsên min mane di vê hevpeyvîna bi cenabê te re. Eger serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî daxwaza giştpirsiyê (referandûmê) bikin ji bo diyarkirina mafê çarenûsa Kurdistanê, hûn ê qebûl bikin?

 

Min daxwaz ji serkirdên Kurd kir ku xwe jî û me jî di wê çarçoveyê de şermezar nekin. Lê wek dibêjin ji bo her bûyerekê di dema wê de helwesta me dibe. Ez naxwazim em berdewamiyê bidin mijara giştpirsiyê, çimkî encama giştpirsiyê eşkere ye. Lê pirs ev e ka gelo encama giştpirsiyê cîbicî dikin an na? Eger encam erê bû, wê cîbicî bikin? Baş e serkirdên Kurd hemû dibêjin niha ne demeke kêrhatî ye ji bo cudabûnê.

 

Mesûd Barzanî li ser giştpirsiyê çi ji we re got?

 

Ez naxwazim ji te re bêjim wî çi got, ev tiştekî taybet e. Lê diyar e ku niha qonax ne di berjewendiya cudabûna Kurdan de ye. Ez dizanim dibe ku hinek dixwazin giştpirsiyê bikin daku di statûyeke bihêz de bin. Lê ez dibêjim giştpirsî ji bo wê yekê ye tu li gor encama wê tevbigerî. Eger encama giştpirsiyê bi aliyê erê de bû ji bo cudabûna Kurdistanê, gelo Kurdistan wê cuda bibe? Pêwistiya vê bi guftûgoyeke dirêj bi hevbeşê te re heye. Tu di welatekî yekgirtî de yî, ku divê tu bi şirîkê xwe re bigihî hevtêgihiştinê. Lewma jî min got werin em rûnin û li ser wan hemû mijaran bigihin jihevfêmkirinê. Ez li dijî cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê me, tevî ku baweriya min bi mafê gelan bo diyarkirina çarenûsa xwe tê, lê em di yek welatî de û di yek keştiyê de ne, lewma jî pêwist e em têbigihin çawa bi hevdu re bijîn û hevkariya hevdu bikin.

 

Birêz serokwezîr, girêdayî Kerkûkê û berfirehkirina rafînera petrola Kerkûkê û dirustkirina rafînereke nû, gelo we ruxseta berfirehkirin û dirustkirina rafînera nû daye tu kompaniyekê li Kerkûkê?

 

Ev hûrgilî li ba Wezareta Petrolê ne. Birêz wezîrê petrolê nûçe gihand min ku projeyeke pêşniyarkirî ji bo pêşxistina rafînerê heye. Wezaret jî daxwaza taybetmendiyên teknîkî dike, çimkî em niha bi rafînerên wek ên berê razî nabin. Çimkî berê rafîner pir bêşiyan bûn. Nîvê petrolê bêsûd derdiket, petrola reş. Divê taybetmendiyên pêwist di rafînerên nû de hebin û berhemanîna wan baş be. Wezaret guftûgoyê li ser vê babetê dike û di encamê de jî ev babeteke teknîkî ye û wezaret li ser wê kar dike.

 

Li ser bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê gengeşeyek mezin di navbera herdu aliyan de derket. Tê gotin hûn ê mûçeyên karmendên Kerkûkê bibirrin, ev rast e gelo?

 

Kerkûk ji bo hemû kerkûkiyan e bi hemû pêkhateyên wan ve. Li Kerkûkê, Kurd, Ereb, Turkmen, Xrîstiyan û kemîneyên din jî hene û pêwist e bi hev re bijîn. Bi baweriya min, nabe babet li gor hesabê piraniyê bê temaşekirin, çimkî ev meseleya bihevre jiyanê ye, bihevre jiyan jî ango bi hevrebûna di yek çarçoveyê de. Hinek buhayê didin alê û hinek buha jê re nadeynin. Hinek alê wek sembol dibînin, ango wiha dibînin ku Kerkûkê tevlî ser Herêma Kurdistanê dike. Hinek jî wiha dibînin ku ew ala Kurdistanê tenê nasnameya beşekî ji kerkûkiyan e ku Kurd in. Ez di wê baweriyê de me ku niha ne dema vê pirsgirêkê ye. Niha Hewîce li rojavayê Kerkûkê heye û pêwist e em li ser rizgarkirina wê bibin yek. Ez daxwaza bipaşxistina vê babetê dikim, ez daxwazê ji parêzgar û encûmena parêzgehê dikim ku hevkariyê bi me re bikin û wê rakin. Al  tu tiştî naguhere. Di encamê de dibe ku hin kes wek provokasyonekê li bilindkirina wê alê binerin. Rewşa Kerkûkê provokasyonê debar nake. Ez serwext im ku endamên Ereb û Turkmen civîna encmûenê boykot kirine.

 

Eger bilindkirina alê berdewam bû, hûn ê mûçeyên karmendan bibirrin?

 

Na, bi baweriya min ev tedbîreke giran e, lê ez hêvîdar im em negihin wê, nabe em bigihin wê. Kerkûk niha beşek ji Iraqê ye. Niha li gor yasayê di çarçoveya dezgeha Iraqê de ye. Kerkûk ne di çarçoveya Herêma Kurdistanê de ye û yasayên Iraqê bi ser wê de tên cîbicîkirin. Li gor yasayê ne di desthilata encûmena parêzgehê de ye ku alê diyar bike. Ala parêzgehan ala welêt e, ala federalî ya Iraqê ye. Ez daxwazê ji parêzgar û parêzgehê dikim ku vê yekê kontrol bikin. Çawa serokwezîr ji bo hemû iraqiyan e, divê parêzgar jî ji bo hemû kerkûkiyan be. Ez hêvîdar im ew bi pey berjewendiya şêniyên Parêzgeha Kerkûkê bikeve. Min nexwest behsa vê babetê bikim, da ez neftê bi ser agir de nekim. Lê te pirs ji min kir û min jî bersiva te da. Kerkûk ji bo hemû şêniyên Kerkûkê ye. Ez tika dikim tu provokasyonek nebe. Rast e dibe ku al tu wateyekê nede, lê li ba hinekan wiha ye ku al wateyekê dide. Lewma jî pêwist e em rêza wê hestê bigirin.

 

Pirsa dawî, hûn wek serokwezîr û çimkî hûn fermandarê giştî yê hêzên çekdar in, şerê Mûsilê kengî xilas dibe, gelo gelek jê re maye?

 

Bi rastî em di çargoşeya dawî de ne. DAIŞ dizane ku ew di wê çargoşeyê de hatiye dorpêçkirin. Herçiqasî hinekan xwestin mij û moranê ji bo hêzên me dirust bikin û ew nûçeya komkujiyê belav kirin. Ew komkujî li ser mirovên sivîl hat kirin. Lê DAIŞ jê berpirsyar e, çimkî DAIŞ xelk di wê malê de dorpêç kiribû. DAIŞ navçeyan bombebar dike, otomobîlên bombebarkirî li hinek navçeyan vedide. Şikir ji Xwedê re, tevî vê yekê jî hêzên me di rojên dawî de bi awayekî pir qehremane û bilez pêşrewî kirin. Şikir ji Xwedê re di çend hefteyên bê de hemû bidawî dibe. 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst