Civaka Kurd a Almanyayê çar parçeyên Kurdistanê anîn cem hev

28-09-2025
Mey Dost
Birêvebiriya Civaka Kurd a Almanyayê/Wêne: Rûdaw
Birêvebiriya Civaka Kurd a Almanyayê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Civaka Kurd a Almanyayê Hannover Kurd Kurdî Kurdistan Christoph de Vries Herbert Schmalstieg
A+ A-

Hannover (Rûdaw) - Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, kongreya Civaka Kurd a Almanyayê (KGD) hat lidarxistin.

Di kongreyê de ku gelek kesayetiyên siyasî yên Alman jî amade bûn, desteyeke nû ya birêvebiriyê hat hilbijartin û êvareke çandî hat sazkirin ku ev yek wekî destpêkeke nû ji bo civakê tê dîtin.

Di hilbijartinên birêvebiriya civakê de ku zêdetirî 30 sal in çalak e, ji 15 endamên birêvebiriyê 7 jin hatin hilbijartin.

Her wiha nûnerên ji her çar parçeyên Kurdistanê; Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava di birêvebiriyê de cih girt.

Endama Birêvebiriya Civaka Kurd a Almanyayê Roka Sheddo li ser girîngiya vê yekîtiyê axivî û got:

“Di desteya birêvebiriyê de ne tenê Bakurî, Başûrî yan Rojavayî, her çar parçe tê de hene.

Ev ji bo me serkeftina herî mezin e ji ber ku dema ku mijarek girêdayî Rojava be, yekî Bakurî çiqasî zana û şareza be li ser Rojava be jî bes nîne ku bikaribe îfade bike, belgeyan bike, teswîr bike tiştên ku bi binpêkirinên li Rojava hatine kirin.”

“Divê çanda Kurdî were parastin”

Siyasetmedarên Alman ên ku beşdarî kongreyê bûn, piştgiriya xwe ya ji bo civaka Kurd ducare kirin. Yek ji wan, Sekreterê Dewletê yê Wezareta Federal a Karên Navxwe û damezrînerê Xeleka Parlamenterên Dostên Kurd Christoph de Vries bû.

Sekreterê Dewletê yê Almanyayê Christoph de Vries ji Rûdawê re  ragihand ku divê nasname, çand û zimanê Kurdî li Almanyayê were parastin û wiha pê de çû:

"Dema dor tê ser daxwaziyên Kurdan ên li welatan, ji bo parastina kêmîneyan li wir destek li wan bê kirin û alîkariya wan bê kirin. Ev jî daxwaziyên girîng in.

Wekî din, me di hikûmeta federal de hin tişt dane ber xwe, bi taybetî di warê rûbirûbûna îslamgerayiyê de li Almanyayê, û di vî warî de civaka Kurd ev gelek sal in hevbeşeke gelekî girîng e."

“Em bi çanda xwe serbilind in”

Piştî hilbijartinan, di beşa êvarê de xelat li hejmarek kesayetî û rêxistinan hatin belavkirin. Bûyer ji bo gelek ciwanên Kurd ên wekî Dîlberê xwedî wateyeke taybet bû.

Mêvana civînê Dîlber li ser çalakiyê wiha got:

“Çalakiyeke gelekî girîng e ji bo em pêşkêşî Almanyayê bikin, pêşkêşî Almanan bikin ku em Kurd çawa ne, hem ciwanên Kurd çawa ne, em çawa çand û kevneşopiya xwe digirin û em çawa dixwazin pêşkevin.

Em serbilind in. Ez dibînim gelek kesên şa hene, gelek Kurd hatine vir, gelek ziman hatine vir.”

"Kurdistan welatê min ê duyem e"

Herbert Schmalstieg ku demekê dirêj şaredarê bajarê Hannoverê bû û beriya 60 salan dest bi parastina mafên Kurdan kiriye, felsefeya jiyana xwe wekî parastina bindestan pênase kir.

Herbert Schmalstieg hezkirina xwe ya Kurdistanê wiha anî zimên:

"Ez û hevjîna xwe, em di destpêka salên 90î de li Helebceyê bûn û me li wir wêrankariya ji ber êrişên bi gazên jehrî yên li ser bajar dît.

Vê yekê ewqas bandor li me kir ku me her tim piştgirî da Kurdistanê.

Li mala min ne tenê ala Kurdistanê di baxçe de daliqandî ye, lê tabloyek jî heye ku hevalekî min ji Amedê ji min re aniye û li ser wê ez dibêjim, 'Kurdistan welatê min ê duyem e'."

Bi vê kongreyê, Civaka Kurd a Almanyayê careke din nîşan da ku ew di nav civaka demokratîk a Almanyayê de xwedî cihekî girîng e û armanca wê ew e ku bibe dengê hemû Kurdên li diyasporayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst