Derhênerê Kurd li Polonyayê ‘Xelata Zêrîn’ wergirt

10-06-2018
RÛDAW
Nîşan Telal Dêrikî Festîval Belgefîlm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Telal Dêrikî, ku niha li Berlîna Almanyayê dijî, di 58emîn Festîvala Fîlmên Dokûmentarî ta Krakov de “Xelata Zêrîn” wergirt.

 

Navê belgefîlmê Telal Dêrikî “Bav û Kurên Wan” e û di belgefîlmê de behsa wê yekê dike ka di nava DAIŞê de çawa bav kurên xwe perwerde dikin û hizir û baweriya tundrewî û karê terorîstî belav dikin.

 

Telal Dêrikî li Sûriyê bi kamerayê çûye nava DAIŞiyan û xwe weke alîgirê wan nîşan daye, hevaltiya wan dike. Lewma kariye here meydanên şer û rahênanên wan ên leşkerî bi kamera tomar bike.

 

Komîsyona Nirxandina Festîvala 58emîn Festîvala Fîlmên Dokûmentarî ta Krakovê, ji ber vê karê serkeftî, derhênerê Kurd weke “Di nav cîhanekî dirinde de çavnetirsek” binav kir.  

 

 

 

 

Herwiha di 58emîn Festîvala Fîlmên Dokûmentarî ta Krakov de fîlmeke din ê dokûmentarî ya Kurdistanê jî hate pêşkeşkirin.

 

Fîlmê derhêner Hogir Hirorî yê bi navê “Deminer”, ku çîroka jiyan û lehengiya pêşmergeyê Şehîd Faxir nîşan dide, di festîvalê de hate nimayîşkirin.

 

Ev fîlm jî ji aliyê temaşevan û rexnegiran ve bi başî hate nirxandin. Piştî nimayîşkirina fîlmê, derbarê fîlmê de ji kesên amade, xwendekar û rewşenda Kurdî re dîbeyteke dûr û dirêj hate pêşkeşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst