Festîvala Rêya Çandê ya Surê li Amedê dest pê dike

14-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Festîval Çand û Huner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, Festîvala Rêya Çandê ya Surê îro dest pê dike û tê de çalakiyên cûda yên çand û hunerî tên lidarxistin.

Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyeyê li 11 bajarên cûda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê festîvalekê bi navê “Festîvalên Rêya Çandê ya Tirkiyeyê” daye destpêkirin.

Ev festival 100 rojan li 40 navçeyên cûda berdewam dike.

Yek ji wan festîvalan jî ku ya duyem e îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Festîvala Rêya Çandê ya Surê” dest pê dike.

Festîval 9 rojan berdewam dike û tê de çalakiyên cûda yên çandî û hunerî hene.

Di festîvalê de ji şano, heta konserên bi zimanên Ermenî, Kurdî û Tirkî gelek çalakiyên cûda tên lidarxistin.

Konser li Fîskya û Meydana Şêx Seîd tên dayîn.

Li aliyê din pêşangeheke hûnerî ya bi navê “Di Şopa Hunerê de Bajêr” tê vekirin û tê de dewlemendiyên hunerî yên Amedê tên nasandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst