Peykerê Osman Hewramî li Sine tê danîn

15-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hewraman Hunermendê Kurd Osman Hewramî Sine Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Sine (Rûdaw) - Di merasîmekê de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi amadebûna berprisên hikumî, hunermend û xelkê, rêz li çalakiyên hunerî yên hunermendê naskirî yê Kurd Osman Kêmneyî naskirî bi Osman Hewramî hat girtin.

 

Di merasîmê de perde li ser peykerê Osman Hewramî hat vedan ku ji aliyê peykersazê navdarê Kurd, Hadî Ziyaedînî ve hatiye çêkirin. Peykerê wî hunermendê Kurd li nav bajarê Sineyê tê danîn.

 

Osman Hewramî xwdiyê dengekî resen û taybet e û li devera Hewramanê hunermendekî hezkirî û nabdar e.

 

Piştî 40 salan ji stran gotinê, ew bû 15 sal ku Osman Hewramî ji stran gotinê dûr ketiye.

 

Osman Hewramî derdora 1 hezar û 700 kasêt tomar kirine û çend berhemên wî yên televizyonê jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst