Li Rojhilatê Kurdistanê di 6 mehan de 292 nêçîrvan hatine desteserkirin

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Sine Urmiye Nêçîrvan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora rêveberiyên parastina jîngehê, li Rojhilatê Kurdistanê di şeş mehên borî de 292 nêçîrvan hatine desteserkirin.

Rêveberê Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Sineyê Îqbal Hemîdî ragihand ku di şeş mehên borî de 165 kesên ku bi awayekî neyasayî nêçîr kirine hatine desteserkirin.

Li gorî Îqbal Hemîdî, di şeş mehan de 420 dosyeyên dadwerî li dijî wan kesan hatine vekirin ku di warê jîngehê de binpêkirin kirine.

Ew kesên ku li dijî wan dosye hatine vekirin bi awayekî neyasayî masî girtine, davk bo teyrik û ajelên kovî danîne ji bo wan zindî bigrin, çek an kelûpelên danîna davkan bi wan re bûne û hatine girtin.

Herwiha ajelên kovî bi hinekan re hatine girtin an jî kirîn û firotina wan kirine.

Li aliyê din Rêveberê Parastina Jîngehê ya Parêzgeha Urmiyeyê ya Seîd Şehend li ser heman mijarê got:

“Di demsalên bihar û havînê yên îsal de 127 nêçîrvanên neyasayî hatine desteserkirin û li dadgehê li dijî wan lêpirsîn hatiye kirin.”

Li gotina Seîd Şehend, 11 kesên ku li ser torên civakî kirîn û firotina ajelên kovî kirine, hatine destnîşankirin û wek kesên binpêkarî kirine radestî dadgehê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst