Civîna Encumena Bilinda Referandumê bi dawî hat

01-10-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Serxwebûn Referandum Encumena Bilinda Referandumê Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro yekşemiyê Encumena Bilinda Referandumê ji bo nirxandina bertekên piştî referandumê civiya.

 

Piştî birêveçûna referanduma serxwebûnê di 25ê Îlonê de û bertekên welatên herêmî û cîhanî li ser referandumê, îro yekşemî 1ê Cotmeha 2017ê Encumena Bilinda Referandumê bi serokatiya Mesûd Barzanî li Pîrmamê civiya, ku nêzîkî demên êvariyê civîn bi dawî hat.

 

Hatibû ragihandin, ku di civîna îro de dê bertekên welatan ên piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê werin nirxandin û herwiha dibe ku ji ber taybetmendiya qonaxa piştî encamdana referandumê, navê encumenê biguhere û hin guhertin di erkê encumenê de çê bibin.

 

Endamê Encumena Bilinda Referandumê Sadiq Cebarî berê destpêkirina civînê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro Encumena Bilinda Referandumê dicive û bertek û em dê guvaşên hikûmeta Iraqê bo ser Başûrê Kurdistanê gotûbêj bikin, herwiha em dê plan û bernameyê jî bo demên dahatî diyar bikin.”

 

Cebarî herwiha got: “Renge her di vê civînê de em navê encumenê ji Encumena Bilinda Referandumê bo Encumena Bilinda Serxwebûnê yan Encumena Bilinda Niştimanî biguherin.”

 

Zêdebarî tevahiya fişarên welatên herêmî û cîhanî û hewldanên navdewletî bo betalkirin an paşxistina referandumê, bi mikuriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûna Kurdistanê hat encamdan.

 

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê jî roja pênşemiyê 28ê Îlonê encamên destpêkê yên fermî yên referandumê aşkere kiribû, ku li gorî wna encaman  %92.73 ê xelkê dengê Belê dane û piştgirî dane serxwebûna Kurdistanê.

 

Ji ber encamdana referandumê, Iraq, Îran û Tirkiy li dijî Herêma Kurdistanê ketin nava tevgerên hevbeş û heta niha çend biryar li dijî Herêma Kurdistanê dane.

 

Îranê rojek berî encamdana referandumê esmanê xwe li ser Herêma Kurdistanê daxist û ragihand, ew dê bi Iraqê re hemahengiyê bikin, daku sînorên bejayî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê ji aliyê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê ve bihên kontrolkirin.

 

Tirkiyê jî ji roja înê 29ê Îlonê ve tevahiya geştên esmanî yên ber bi Herêma Kurdistanê ve rawestand. Herwiha Tirkiye û Iraqê li ser sînor manovrên leşkerî dest pê kirine.

 

Hikûmet û parlamentoya Iraqê jî li dijî Herêma Kurdistanê komek biryar derxistine, ku qedexekirina geştên esmanî yên navdewletî li ser esmanê Kurdistanê, daxwaza radestkirina firokexane û deriyên sînorî yên bajyî û şandina hêz bo Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî çend mînak ji wan biryaran in.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoya Kurdistanê bi du daxuyaniyên cuda tevahiya biryarên Iraqê û daxwazên Bexdayê red kirin û bi nedestûrî û neyasayî bi nav kirin û dan xuyakirin, ku Bexda bo şikandina îradeya wan hewla birçîkirina gelê Kurdistanê dide.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst