Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KURDISTAN - 25ê Îlonê roja referanduma serxwebûnê ye

Ji aliyê RÛDAW 7-6-2017
Civîna îro ya Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Pîrmam (Rûdaw) - Di civîna Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja 25ê Îlona îsal weke roja pêkanîna referandumê hatiye diyarkirin.

 

Îro çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya. Mijara sereke ya civîna îro gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

 

Civîna navbera Barzanî û nûnerên aliyên siyasî di demjimêr 15:00ê piştî nîvro de dest pê kir û berî demekî civîn bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî dawî pê hat.

 

Li gorî daxuyaniyê ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, di civîna îro de derbarê lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê de biryar hat dayîn û roja 25ê Îlona 2017 (îsal) wele roja birêveçûna referandumê hat diyarkirin.

 

Di destpêka daxuyaniyê de tê gotin: “Roja çarşembiyê 7ê meha 6 a 2017ê li Selahedînê nûnerên pilebilindên partiyên siyasî yên nava parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiyan.”

 

Derbarê naveroka civînê de jî hatiye gotin: “Di civînê de bi berfirehî mijara referandum û hilbijarina Parlamentoya Kurdistanê û arîşeyên siyasî yên navxweî yên Herêma Kurdistanê û rewşa herêmî û cîhanê hatin gengeşkirin û amadebûyên civînê nêrînên xwe li ser pêwsîtiya referandumê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û rewşa zatî û babetî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.”

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin:

 

Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin.

 

Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkiirna parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî.

 

Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin.

 

Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin.”

 

Di dawiya daxuyaniyê de navê alî û partiyên siyasî yên beşdar di civînê de bi vî awayî hatiye rêzkirin:

 

“Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a Kildanî-Aşûrî.”

 

 

Pêştir peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ku ji bo şopandina civîna Barzanî û aliyên siyasî li Pîrmamê ye, ragihandibû: “Di civînê de biryar hatiye dan, ku 25ê Îlona 2017ê referandum birêve biçe.”

 

Senger Ebdurehman herwiha gotibû: “Di civînê de herwiha biryar hatiye dan, ku 6ê meha 11 a îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de werin sazkirin.”

 

Peyamnêrê me herwiha dabû xuyakirin: “Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku çend komîteyên bilind bi serokatiya Barzanî bo referandumê werin pêkanîn, ji bo ku serdana welatên deverê û welatên erebî bikin û herwiha ji bo ku gotûbêjê li gel Bexdayê jî bikin.

Şîrove

 
Data pager
a berê
12
Page size:
PageSizeComboBox
select
derdo | 7-6-2017
Elhamdulîllah.. Bes Elhadulîllah.. Me vê rojê dît.. Xwedêyo tu rûyê me reş dernexe..
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 7-6-2017
Ser Xêrê be, bi Hêvîya Xwedê wê ev Rêfêrandum bibe Rêfêranduma Azadî û Serxwebûnê...25.09.2017 Demek baş ji bo Rêfêrandum e, lê ji Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazim kû eger Rêfêrandum bi ser ket û bi dawî hat, Dema Xweserîyê bêxin Newrozê, ji ber kû da ev Bûyera giring bikeve Dîrokê û çi Roj li Newrozê ji bo vê Bûyerê bêhtir û bi rûmettir nîye! Ji Serok Barzanî dixwazim, kû bi Hêvîya Xwedê eger Roja Serxwebûna Kurdistanê hat, bila Cenabê wî Mîtîngeg Millionî li dar pêxe ( Di ve Mîtîngê da her Kes 1-Ala Netewî a Kurdistanên bi Dest bigre, divê bi Millionan Ala hebin da Mîting Extrem mezin xoya bibe û Serok Barzanî biçe ber Kamêrayê û li pêş Çavê Kamêra bi Mikrofonê bibêje: 🔼Her jî Îro ve KURDISTAN Serbixwe ye🔼!!!!! Bila bes vê Gotarê bike, da Ev Axiftin bikeve Dîrokê û li Seranserê Cîhanê di Nûçeyan de were pexş kirin. BIJÎ KURD Û KURDISTAN
lolozano | 7-6-2017
Di naw Helwestên Serokên rawestayî de,Biryarên Tarîxî,tên pêşnîyaz kirin.û nesil bi nesil,van Biryarên giring,di Xwendegehên xwe yên neteteweyîde,dixwenin.Xudanê van Biryaran,ne ew Berpirsên sade û miitadin,belê ew Xudanê,Milet û Welatin.Ew kesên ku li dora Serokê xwe yê mezin Rêzdar Mesud Barzanî kom dibin ewjî bi xêr wî dikevin Tarîxa neteweya xwe,Lê ewên tirsonekin,ewjî bi gorî helwestên xwe,yê şikestî,bi zelîlî,dikevin paş Tarîxê..Bi hêvîya ku Pêşmergdhên Kurdistanê, helwesta Barzanî biparizin û Refandoma Serxwebûnê,bi serfirazî,derbaz bikin.
Robin Fermann | 7-6-2017
Li ser xêrê be.
Berjor | 9-6-2017
Pîroz be !

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.765 seconds