Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Barzanî komîsyona hilbijartinan û referandumê erkdar kir

Ji aliyê RÛDAW 7-6-2017
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî diyarbûna roja referanduma serxwebûnê û herwiha diyarkirina roja hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Hilbijarinên Heêrma Kurdistanê bo birêvebirina referandum û hilbijartinên Kurdistanê erkdar kir.

 

Îro Çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya.

 

Mijara sereke ya civîna îro gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû. Civîna Barzanî û aliyên siyasî berî demekê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî bi dawî hat.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat diyarkirin. Herwiha roja 6ê meha 11 a 2017ê jî weke roja birêveçûna hilbijartonên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

 

Piştî diyarbûna roja referanduma serxwebûnê û birêveçûna hilbijartinên parlamento û serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî bi fermanekê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê ji bo birêvebirina proseyên referandum û her du hilbijartinên din erkdar kir.

 

Li gorî daxuyaniya ku Serokatiya Herêma Kurdistanê weşandiye, “Serokê Herêma Kurdistanê bi fermaneke herêmî, Komîsyona Bilinda Hilbijartinan û Referandumê li Herêma Kurdistanê erkdar kir, da ku ji bo birêveçûna referandum û hilbijartinan dest bi amadekariyan bikin.”

 

Di civîna îro ya li gel Barzanî de, ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê amade bûn.

 

Herwiha di civîna îro de, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumê ya Kurdistanê jî amade bûn.

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.594 seconds