Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Celal Talebanî bo karûbarên Bazirganî ragihand, Îran sînorên xwe li ser Herêma Kurdistanê nagire.
Nûnerê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Ebdullah Heme Seîd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew bi şandeke pilebilind a aborî û bazirganî ya Komara Îslamiya Îranê re civiyaye, ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû û şîrketên îranî amadeyiya xwe nîşan dane, ku pêwîstiya bazarên Herêma Kurdistanê bi xurak û kelûpelên xwarinê dabîn bikin.
Ebdullah Heme Seîd diyar kir, ku şîrketên îranî herwiha amadebûna xwe nîşan dane, ku bi dehan milyon dolar kelûpelên pêwîst bişînin Herêma Kurdistanê û herwiha nûneratî û ofîsên xwe jî li parêzgehên Herêma Kurdistanê vekin.
Nûnerê Celal Talebanî yê bo karûbarên bazirganî destnîşan kir, ku Wezareta Bazirganî û Aborî ya Îranê pêştir li gel şîrketan civîn kiriye û ji wan re gotiye, ku Îran ji aliyê siyasî ve li gel encamdana referanduma Herêma Kurdistanê nîne, lê belê eger tiştek wisa jî çê bû, wan ti niyetek nîne, ku sînorên xwe li ser Herêma Kurdistanê bigirin.
Bi gotina Ebdullah Heme Seîd, Wezareta Bazirganî û Aborî ya Îranê ji şîrkerên îranî re gotiye, ku Herêma Kurdistanê bazareke baş e bo firotina kelûeplên xurak û berhemên din ên îranî, lewra wan niyeta daxistina sînorê bi Herêma Kurdistanê re nîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse