Navê Şêx Seîd siyaseta Tirkiyeyê tevlîhev kir

17-12-2023
RÛDAW
Şex Seîd/Wêne: Rûdaw Grafîk
Şex Seîd/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şêx Seîd Amed Kurd Kurdistan Salîm Ensarîoglu ÎYÎ Partî Devlet Bahçelî Umît Ozdag
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navê Şêx Seîd siyaseta Tirkiyeyê tevlîhev kir. Piştî sed salî jî navê wî di dilê faşîstên Tirk de tirs û xofeke mezin çêkiriye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hefteyek e rojeva siyasetê û civakê Kolana Şêx Seîd e ku navê wê 29ê Çiriya Paşîna 2011an di serdema Serokê Şaredariyê Osman Baydemir de hatiye lêkirin.

Piştî ku Qeyûmê Amedê ragihand, Kolana Şêx Seîd berfireh dikin, fitîla nîqaşê ji aliyê Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag ve hat pêxistin.

Ozdag ji ber navê kolanê heqaret li Şêx Seîd kir û îdia dike ku navê kolanê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye lêkirin.

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag got, “Em bi Tirkiyeke zelal bibêjin; ev biryar ne ji aliyê qeyûmê ku parêzgarê Amedê ye hatiye wergirtin.

Biryara nav lêkirina kolana li Amedê biryara Recep Tayyîp Erdogan e.”

Lê Qeyûmê Amedê di bersivê de got, navê kolanê di dema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hatiye lêkirin.

Bahçelî jî heqaret li Şêx Seîd kir

Piştî Ozdag, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî heqaret li Şêx Seîd kir û gotinên kirêt kirin.

Bahçelî mijara zimanê Kurdî jî li aciziya xwe zêde kir û got, “Ti carî rê nadin zimanê Kurdî bibe zimanekî navendî.”

ÎYÎ Partiyê Salîm Ensarîoglu da Lijneya Disîplînê

Parlamenterê Stenbolê yê ÎYÎ Partiyê Salîm Ensarîoglu jî li dijî nijadperestan nerazîbûn nîşan da û xwedî li Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî derket.

Ensarîoglu got “Ew nirxên gelê herêmê ne û divê cihê gorên wan bêne eşkerekirin.”

Li ser vê yekê bi wî Şêx Seîd parastiye, ÎYÎ Partiyê Salîm Ensarîoglu da Lijneya Disîplînê.

Ensarîoglu jî bi daxuyaniyeke nivîskî ji partiya xwe îstifa kir.

Ji ÎYÎ Partiyê îstifayên bikom

Piştî Ensarîoglu hemû rêveberên ÎYÎ Partiyê yên Amedê jî derketin pêşberî kamerayan û ji partiya xwe îstifa kirin.

Li gorî Serokê Îyî Partiyê yê Amedê, li bajêr 12 hezar û 750 kesan bi hev re dev ji Îyî Partiyê berdane û partî hatiye girtin.

Serokê ÎYÎ Partiyê yê Amedê Vecdîn Ensarîoglu ku di heman de mê de kurê Salîm Ensarîoglu ye got:

“Ji Şêx Seîd û hemû nirxên me yên din ên vê herêmê re, kî heqaret bike, em qebûl nakin.

Ne heqê wan û ne jî hedê wan e. Me jî li hemberî wan, helwêsta xwe nîşan da û ji partiya xwe îstifa kir.”

Kurd li hemberî heqaretên li dijî Şêx Seîd bêdeng neman

Civaka Kurd jî li hemberî heqaretên li dijî Şêx Seîd bêdeng neman û di serî de li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan û Rihayê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wêne û posterên Şêx Seîd û rêberên Kurdan daleqandin.

Kurd dibêjin ku ew bêrêziya li hember nirxên Kurdan qebûl nakin.

Welatî Şukru Ozkiliç diyar kir, “Şêx Seîd nirxê me ye, Mele Mistefa Barzanî nirxê me ye, Leyla Qasim nirxê me ye, Qazî Mihemed nirxê me ye. Em Kurd in û lawê Kurdan in.”

“Mezinên me qebûl nekirin, em jî qebûl nakin”

Welatî Alî Karakaş wiha anî ziman, “Heqareteke pir mezin kirin. Em qebûl nakin. Ji xwe mezinên me qebûl nekirin, va ye em jî qebûl nakin.”

ÎYÎ Partî partiyeke nijadperest a Tirk e û ji MHPê veqetiya ye.

Li bajarên Kurdan yek ji cihê ku herî zêde bihêz bû, Amed bû. Sedem jî piştgiriya malbata Ensariogullari bû.

Tevî nîqaşên tund ên derbarê navê Şêx Seîd de partiya desthilatê AK Partî heta niha tevlî vê nîqaşê nebûye û ti gotinek nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst