PDK û YNK xwe ji îmzekirina rêkevtinê re amade dikin

08-04-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Kurd PDK YNK Goran Rêkevtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo îmzakirina rêkevtina xwe ya di derbarê dabeşkirina postên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin.

 

Amadekariyên îmzakirina wê rêkevtinê di demekî de ye ku hêj pirsa zêdekirina alîkar an cîgirek bo posta Serokê Herêma Kurdistanê yekalî nebûye ku YNKê dawaza wê kiriye.

 

Berdevkê YNKê, Letîf Şêx Omer ji bo Rûdawê ragihanad, ew bi PDKê re di pêwendiyê de ne daku demekê ji bo îmzakirina rêkevtina derbarê pişkên YNKê di kabîneya nû ya hikûmetê de diyar bikin.

 

Berdevkê YNKê got: “Heta niha tu demek ji bo civîna îmzakirina rêkevtinê nehatiye diyarkirin, lê tenê çend karên protokolî yên wê civînê mane.”


Endamekî serkirdayetiya YNKê jî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, tu astengî li hember pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nemaye.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê, Goran di derbarê zêdekirina alîkarekî yan cîgirekî din bo Serokê Herêma Kurdistanê razî nabe û dibêje, YNK li gel zêdekirina cîgirekî din ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebû, ji ber vê yekê jî nabe ji ber xatira YNKê post bên çêkirin.

 

Di civîna derbasbûyî ya di navbera Goran û PDKê de, Goranê red kiriye ku li ser zêdekirina cîgirekê din bo Serokê Herêma Kurdistanê razî be.

 

Endamê Civata Niştîmaniya Tevgera Goran Hêmin Şêxanî ji Rûdawê re ragihand: "Me li gel PDKê rêkevtin îmza kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê tenê cîgirek hebe û ew jî ji bo Goranê be."

 

Wî endamê Civata Niştîmaniya Goranê bal kişande ser wê yekê jî ku nabe du desthilatên serbazî di destê YNKê de bin û eger posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê yê ji bo karûbarên serbazî bi YNKê bê dayîn, wê demê divê YNK dest ji posta Wezareta Pêşmerge berde.

 

Şanda danûstakar a PDKê şemiya derbasbûyî serdana Goranê kiribû, armanca wê serdanê jî wergirtina nerîna Goran bû di derbarê daxwazeke YNKê de ji bo zêdekirina postekî bi navê alîkarê Srokê Herêma Kurdistanê ji bo karûbarên serbazî.

 

Endamê Serkirdatiya PDKê Nûrî Heme Elî, ji bo Rûdawê ragihand, tevî rêkevtina PDKê li gel YNKê û Goranê li ser postên  kabîneya nehem a hikûmetê, lê gotûbêjên wan di derbarê zêdekirina cîgireke din bo Serokê Herêma Kurdistanê berdewam e û PDK bi her du aliyan re di gotûbêjan de ye .

 

Berdewambûna gotûbêjan ji bo pêkanîna hikûmetê di demekê de ye ku zêdetirî 6 mehan e bi ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê re derbas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst