Li Kerkûkê 8 kursiyên Kurdan garantî ne

19-12-2023
Kurd li Kerkûkê çûn ser sindoqan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Kurd li Kerkûkê çûn ser sindoqan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan PDK YNK Kurd Parêzgar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan, li Kerkûkê 8 kursiyên Kurdan garantî ne.

Li gorî encamên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji navendên dengdanê wergirtine partiyên Kurdan 8 kursî garantî kirine.

Li gorî encamên destpêkê yên nefermî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê 5 kursî garantî kirine.

Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî 3 kursî garantî kirine.

Eger YNK kursiyê 6an jî bistîne dê di encûmena parêzgeha Kerkûkê de bibe partiya yekem.

Encûmena parêzgeha Kerkûkê ji 15 kursiyan pêk tê.

Heke ku Kurd li gorî encamên fermî 8 kursiyan bi dest bixin û partiyên Kurdan li hev bikin dê parêzgariya Kerkûkê bibe heqê Kurdan û dê parêzgar jî Kurd be.

Piştî sala 2005an cara ewil doh li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Kurdan piştî temembûna denganê li bajêr gelek şahî li dar xistin.

Xelk bi hêvî ye ku parêzgarê Kerkûkê careke din bibe Kurd û neheqiyên ku li wê derê li Kurdan tên kirin bi dawî bibin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst