Gelo dê parêzgarê Kerkûkê Kurd be?

22-12-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan Parêzgar Kurd PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo ku parêzgarê Kerkûkê Kurd be divê partiyên Kurdan bi partiyên din re tifaqê bikin.

18ê mehê li Îraq û Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin çavên her kesî li ser Kerkûkê ne.

Piştî sala 2005an cara ewil 18ê Kanûna Pêşînê li Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Encûmena Kerkûkê tevî kursiyê ku kotaya Xiristiyanan e ji 16 kursiyan pêk tê.

Li gorî encaman, kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wiha belav dibin:

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 2 kursî

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 5 kursî

Eniya Tirkmenî: 2 kursî

Qiyade: 2 kursî

Hevpeymaniya Erebî: 3 kursî

Urube: Kursiyek

Ev encûmen dê parêzgar û serokê encûmenê hilbijêre lê li gorî van encaman partiyek bi tena serê xwe nikare nikare parêzgarê bajêr diyar bike.

Ev jî tê wateya ku ji bo hilbijartina parêzgar û serokê encûmena parêzgehê pêwîstî bi tifaqekê heye.

Encûmena Parêzgariya Kerkûkê bi tevahî ji 16 kursiyan pêk tê û partiya ku bigihe 9 kursiyan dikare ji bo parêzgariyê berbijêrekî destnîşan bike.

Heke partiyên Kurdan bi hinek partiyên din re li hev bikin û bigihin 9 kursiyan dikarin ji bo parêzgariyê namzedekî diyar bikin lê vê carê jî divê partiyên mayî jî vî namzedî bipejirînin.

Eger partiyên Kurdan li ser namzedê xwe rijd bin û partiyên mayî vî namzedî qebûl nekin dê mijar here Dadgeha Federal a Îraqê.

Partiyên Kurdan nikarin herin dadgehê

Heke ku partiyên Kurdan îtirazî rewşê bikin nikarin serî li vê dadgehê bidin û bibin dawedar.

Divê partiyên ku postê parêzgariyê bi dest bixin qaymeqamî, serokatiya encûmenê û postên din ên fermî bi partiyên din re parve bikin.

Gelo divê parêzgar endamê encûmena parêzgehê be?

Pewîst nake parêzgarê Kerkûkê endamê encûmena parêzgeha be. Divê hemû şertan bi cih bîne û tevên aliyên encûmenê wî pesend bikin.

Li Îraqê piştî sala 2013an û li Kerkûkê jî piştî sala 2005an hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Niha ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîst e ev partiyên Kurdan bigihin hev û bi hinek aliyên din re jî tifaqê bikin da ku karibin parêzgariya Kerkûkê bistînin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst