Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Partiyên tirkmen biryara boykotkirina giştpirsiyê dan

Ji aliyê Hiwa Husamaddin 9-9-2017
Partiyên tirkmenî

Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê 8 partî û tevgerên tirkmenî bi biryareke hevbeş eşkere kirin, ku ew dê beşdarî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê nebin.

 

Partiyên tirkmen ên Iraqê di bin serokatiya Bereya Tirkmenî ya Iraqê de îro Şemî 09-09-2017, li bajarê Kerkûkê kom bûn û daxuyaniyeke hevpar dan.

 

Bereya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Tirkmenelî, Partiya Dadperwer a Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Biryara Tirkmenî, Partiya Heqên Tirkmenan, Tevgera Wefa ya Tirkmenî, Yekîtiya Îslamî ya Tirkmenên Iraqê û Hevgirtina Netweyî ya Tirkmenan di civîneke çapemeniyê de ragihandin, ku ew giştpirsiyê boykot dikin.

 

Partiyên tirkmen di daxuyaniya xwe de gotin, ku giştpirsiya ku roja 25ê Îlonê dê were sazkirin, li dijî xalên Destûra Iraqê ye.

 

Partiyên tirkmen biryara Civata Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê beşdarbûna giştpirsiyê jî rexne kirin û gotin: “Em biryara ku Civata Parêzgeha Kerkûkê di 29ê Tebaxê de wergirtiye qebûl nakin. Ev biryar bi yekalî hatiye girtin, endamên tirkmen û ereb amade nebûne û ev yek hevgirtin û hevbeşiya Kerkûkê tevlîhev dike. Bi vê biryarê emrî waqî tê ferzkirin.”

 

Di berdewama daxuyaniyê de partiyên tirkmen behsa rewşa navçeya Hewîceyê kirin û diyar kirin, ku paşxistina operasyona Hewîceyê rewşa ewlekariya Kerkûkê jî têk dide.

 

Partiyên tirkmenî bang li Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê kirin da ku “erkê xwe yê parastina yekparçebûna Iraqê, serxwebûna welat” bicîh bînin.

 

Herwiha partiyên tirkmen bang li tirkmenan kirin da ku giştpirsiyê boykot bikin.

 

Civata Parêzgeha Kerkûkê di 29ê Tebaxa 2017ê bi dengê 24 endaman biryara tevlîbûna giştpirsiyê da.

 

Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 41 endaman pêk tê. 26 endam dikin ji sedî 67ê yê endaman. Fraksiyona Bereya Tirkmenî û Hevgirtina Ereban civîna boykot kiribûn.

 

Şîrove

 
Amed MOL | 9-9-2017
Ne ji nishkave(Surprise) ye! Dest hev dayîn a Tirkiye u Acem a "Xencer a cînarî" bi kar anî. Lê em radiwestin u li bendêne(mixabin) wê dora "Xencer a Navxoyî"( a 2bira`tî") jî were!
Ne ecébe | 10-9-2017
Way mala miné, em gelek berketin.. Bila partiyén tirkmena herin seré xwe li zinara u kevira bixin..
1822 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.437 seconds