Parlamenterê Tirkmen bangî Kurd û Tirkmenan kir: Ji bo xatirê Kerkûkê

27-12-2023
Nîşan Kerkûk Kurd Tirkmen Parêzgarî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Tirkmen Xerîb Esker got, “Ez bangî birayên xwe yên Kurd û Tirkmen dikim, nakokiyên di navbera xwe de deynin aliyekî. Divê em ji bo xatirê Kerkûkê hevdîtinan bikin.”

18ê mehê li Îraq û Kerkûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Piştî ku encamên hilbijartinê hatin ragihandin çavên her kesî li ser Kerkûkê ne.

Parlamenterê Tirkmen û temsîlkarê Eniya Tirkmenan Xerîb Esker bû mêvanê Rûdawê û angaşt kir ku parêzgariya Kerkûkê heqê Tirkmenan e:

“Li gorî me parêzgariya Kerkûkê heqê Tirkmenan e. Tirkmen dixwazin ku parêzgar Tirkmen be.

Heta ku bi Tirkmenan re li hev nekin, kes nikare li Kerkûkê parêzgar hilbijêrê. Ji ber ku zeviyên wan ji wan hatin standin gelek Tirkmenan koç kir.

Yên ku piştî 2003yan vegeriyan, gihiştin mal milkên xwe. Yasayek niha li parlamentoyê ye. Piştî ku ew yasa hat pejirandin dê Kurd û Tirkmen karibin vegerin ser zeviyên xwe.”

“Divê em ji bo xatirê Kerkûkê hevdîtinan bikin”

Xerîb Esker amaje pê kir ku li Kerkûkê di navbera gelan de pirsgirêk nînin û pê de çû:

“Ez bangî birayên xwe yên Kurd û Tirkmen dikim, nakokiyên di navbera xwe de deynin aliyekî. Divê em ji bo xatirê Kerkûkê hevdîtinan bikin.

Li Kerkûkê di navbera gelan de ti carî pirsgirêk çênebûne, lihevnekirin nîne. Heke lihevnekirinek hebe jî em ji bo xatirê Kerkûkê wê deynin alîyekî. Em rûnin û di nav xwe de peymanekê bikin.

Ji bo ku xizmet ji Kerkûkê re bê kirin divê hemû alî li dora maseyekê bicivin. Em ji bo vê amade ne.”

Hilbijartinên encûmenên parêzgehan û Kerkûk

18ê Kanûna Pêşînê, li Îraqê piştî sala 2013an û li Kerkûkê jî piştî sala 2005an hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Encûmena Parêzgariya Kerkûkê bi tevahî ji 16 kursiyan pêk tê û partiya ku bigihe 9 kursiyan dikare ji bo parêzgariyê berbijêrekî destnîşan bike.

Heke partiyên Kurdan bi hinek partiyên din re li hev bikin û bigihin 9 kursiyan dikarin ji bo parêzgariyê namzedekî diyar bikin lê vê carê jî divê partiyên mayî jî vî namzedî bipejirînin.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Niha ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîst e ev partiyên Kurdan bigihin hev û bi hinek aliyên din re jî tifaqê bikin da ku karibin parêzgariya Kerkûkê bistînin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst