Partiyên Kurdî bersivê didin banga tifaqa Baydemîr

10-04-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HDP Osman Baydemîr PSK HAKPAR Hilbijartin Tifaq
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Daxuyaniyên parlemenetrê Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir yên di dema seredana şanda HDPê Herêma Kurdistanê de bi girîngî hat pêşwazîkirin.

 

Parlementerê HDPê Osman  Baydemîr bi rêya Rûdawê ragehand ku ew di meseleya tifaqan de girîngî pêşegiyê didin partiyên Kurdistanî , gotinên Osman Baydemir li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê karvedanek bi pey xwe re anî û çapemeniya Tirkiyê jî cihekî berfireh da nûçeya Rûdawê.

 

Li aliyê din piştî daxuyaniyên Osman Baydemîrî, di nav partî û aliyên kurdî de jî mijara tifaqan careke din germ bûye. 

 

Daxuyaniyên parlemenetrê HDPê Osman Baydemir yên di  dema seredana şanda HDPê ji bo başurê kurdistanê, ji aliyê beşek siyasetmedar û aliyên kurdî ve giring hatine nirxandin ku Baydemir dibêje divê meseleya tifaqan de ew dixwazin pêşaniyê bidin partiyên Kurdistanî. Gotinên Baydemîr herî zêde kurdên di nav HDPê de kêyfxweş kiriye.

 

Derbarê vê mijarê de Endame Encumena HDPê Diyadîn Firat ji Rûdawê re wiha got: “Daxuyaniya birêz Baydemir hinek dereng maye lê daxuyaniyeke di cihê xwe de  ye. Li pêşiyaTirkiyê sê helbijartinên girîng hene û lazim e aliyên siyasî tercih û siyaseta xwe  êdî helwesta xwe zelal bike.”

 

Li Bakur 5 partiyên Kurdistanî ku heta niha çend caran hevdîtin ji bo tifaqan pêk anîne lê çi encam bi dest ne anîne. Partiya Sosyalîs a Kurdistanê (PSK) dixwaze ku HDP bi giştî xwedî helwesta Osman Baydemir be.

 

Cîgirê Serokê PSKê Alaadîn Aras jî got: “Gotinên Baydemirî gotinên xweş û rast in lê ya giring ew e ka partiya wî desthilatê dide wî yan ne ? Qasî ku em dibînin nêrînên partiyê û yên wî ne wekhev in.”

 

Li aliyê din HAKPAR hem hewl dide ku ji mafê beşdarbûna helbijartinan bi dest bixe hem jî deriyê xwe  bi şertê lihevkirineke siyasî ji bo tifaqan vekirî dihêle.

 

Derbarê heman mijarê de Serokê HAKPARê  Refîk Karakoç jî wiha axifî: “Em di destpêkê de ji bo wergirtina mafê helbijartinan hewil didin. Em niha  xwe amade dikin û paşî em dikarin bi partî, alî û komeleyên Kurdistanî re peywendîyê çê bikin.”

 

Beriya niha AK Partî , MHP û BBP tifaqa bi navê  “cumhur”  pêkanîbûn.  CHP, Partiya Saadet,  û Partiya İYİ jî ji bo pêkanîna tifaqeke nû  di hevdîtinan de ne  heta niha HDP jî li dervey wan her du tifqan hatiye hiştin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst