HAKPAR amadehiya hilbijartinên şaredariyan dike; hejmarek ciwan bûne endam

19-06-2023
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Nîşan HAKPAR Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina bajarê Stenbolê ya HAK-PARê di civînekê de pêşwazî li endamên nû yên ciwan ên ku tevlî partiyê bûne kir û Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan rozetên wan bi wan ve kir. Kaplan di civînê de bal kişande ser girîngiya hilbijartinên şaredariyan.

Rêxistina bajarê Stenbolê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) roja Yekşemê 18ê Hezîrana 2023an bi beşdariya Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan pêşwaziya hejmarek endamên ciwan kir.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan piştî axaftina endamê Encûmena Partiyê Mustafa Aytaş, bi kurtî behsa sedemên damezrandina HAK-PARê û polîtîkayên wê yên bingehîn kir û her wiha li ser geşedanên dawî yên siyasî nêrînên xwe anî ziman.

Kaplan got, “HAK-PAR yekane partiya Kurdistanî ye ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane, demokratîk û li ser esasê wekheviyê ji xwe re kiriye armanc, federalîzmê diparêze û karibû hemû astengiyên ji ser rêya xwe hilde û beşdarî hilbijartinan bibe.”

Kaplan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên şaredariyan ku dê di 31ê Adara 2024an de bên kirin û got, “HAK-PAR wê bibe bijardeyeke welatparêz a ku gelê me di hilbijartinên herêmî de bi dilekî aram dengê xwe bide xeta xwe ya millî. Wî her wisa diyar kir ku ew ê bi kom, kesên rewşenbîr ên welatparêz ên derveyî re HAK-PARê re bicivin û da ku bi hev re li hemû navçe û deveran bi taybetî jî li Kurdistanê namzedên xwe diyar bikin.”

Kaplan her wiha diyar kir ku HAKPAR her roj di nav gel de zêdetir tê naskirin û anî ziman, “HAKPAR bi beşdarên nû û ciwan wê xurtir bibe. Em ê HAKPARê bikin navenda baldar a ciwanên Kurd.”

Hakan Yildiz ê yek ji endamên nû jî got, “Me fêm kir ku HAKPAR bi gotin û dirûşmên xwe û bi helwesta xwe ya rast di hilbijartinên giştî yên 14ê Gulanê de, bi manîfestoya xwe ya hilbijartinê û bi pêvajoya hilbijartinê ya ku bi girseyên gel re hevdîtin pêk anî, partiyeke rasteqîn a Kurdistanî ye. Êdî alîgiriya partiyên ku gelê Kurd xerab dikin, enerjiya wê xerc dikin û Kurdan di nava sîstema Kemalîst de dihêlin, nebin. Em ê tevkarî û piştgiriyê bidin HAKPARê ku em bi nexşerêya wê ya siyasî bawer in.”

HAKPAR a ku bi navê xwe beşdarî hilbijartinên parlamenteriyê yê ku di 14ê Gulanê de bû û bi giştî 42 hezar 547 deng bi dest xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst