DAIŞ êrîşî gundên kurdan dike: 4 gund vala bûn

10-06-2018
RÛDAW
Li bajarokê Cebare 32 gund hene û hejmara nîştecihên wê nêzîkî 20 hezar kesan e
Li bajarokê Cebare 32 gund hene û hejmara nîştecihên wê nêzîkî 20 hezar kesan e
Nîşan Cebare DAIŞ Germiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 7ê Hezîranê çekdarên DAIŞê li bajarokê Cebare ya Germiyanê êrîşî gundên kurdan kirin. Ji ber vê yekê 67b malbatên Kurd ên nîştecihên gundên Gulabata Mezin, Gulabata Biçûk û Gulabata Navîn û herwiha gundê Aştokan koçber bûn.

 

Serê meha Hezîranê komeke çekdarên DAIŞê ketine kemîna nîştecihên gundê Gulabatê. Nîştecihên gund 4 çekdarên DAIŞê dîl girtin û radestê hêzên ewlekariyê kirin. Tê gotin, ku ew berpirsê DAIŞê yê hatiye girtin, “emîrê DAIŞê” bûye û ji bajarokê Silêman Begê heta gundê Şarebanî di bin berpirsiyariya wî de bûye.

 

Nîştecihekî gundê Gulabatê dibêje: “Ew roja ku çekdarên DAIŞê hatine girtin heta niha me xwe amade kiriye. Ji ber me dizanî ku dê êrîş bikin.”

 

Piştî êrîşa DAIŞê nîştecihên gundên Gulabata Mezin, Gulabata Biçûk û Gulabata Navîn û herwiha gundê Aştokan koçber bûn û çûne navçeya Kîfrî.

 

Hinek nîştecihên van gundan jî ji ber hatina artêşa Iraqê amadekariyên vegerê dikin lê hinek jî giliya wê yekê dikin ku parastina herêmê lawaz e.

 

Nîştecihekî din ê van gundan dibêje: “Fermandarê artêşa Iraqê hat û ji me xwest ku di gund de bimînin lê me jî got, ku bi mercekî em dikarin bimînin. Divê em parastî bin. Wî jî ji bo parastinê soz da me.”

 

Niha rêveberiya bajarokê Cebare, bi hevkariya polîs û artêşa Iraqê mijûlî dariştina planekî nû yê parastina navçeyê ne.

 

Rêveberê bajarokê Cebare Arif Adil ji Rûdawê re got: “Me li gel berpirsên ewlekariyê axivî. Ew dê li herêmê bimînin û niha jî ji bo parastina wan cihan rebîe û baregah têne avakirin.”

 

Li bajarokê Cebare 32 gund hene û hejmara nîştecihên wê nêzîkî 20 hezar kesan e. Piraniya xelkê herêmê Kurd in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst