25 DAIŞî ji girtîgehê reviyan

18-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan DAIŞ Serê Kaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 25 girtiyên DAIŞî ji girtîgeheke grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve reviyane.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, piştî danîna planekê, saziya Polîsên Leşkerî yên ser bi Tirkiyê, li bajarê Serê Kaniyê gotiye ku 25 girtiyên DAIŞê ji girtîgeheke wan reviyane.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dibêje ku grûpên çekdar bi xwe ew DAIŞî berdane.

Polîsên Leşkerî yên ser bi Tirkiyê ve ragihandine ku wan kariye 4 ji wan girtiyên ku reviyana bigirin û hîn jî proseya lêgerênê girtiyên din berdewam e.

Serê Kaniyê di sala 2019an di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de ku navê Operasyona Kaniya Aştiyê lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê derketiye. Her di çarçoveya heman operasyonê de bajarê Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.

Ji wê roja ku Serê Kaniyê kete bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê û heta niha, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst