DAIŞê êrîşî dibistanê kir: Herî kêm 25 kuştî

17-06-2023
RÛDAW
Nîşan Uganda DAIŞ Hêzên Hevpeymaniya Demokratîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên komeke ser bi DAIŞê ve li Ugandayê êrîşî dibistanekê kirin di encamê de herî kêm 25 kes hatine kuştin û 6 kes jî hatine revandin.

Çekdarên Hêzên Hevpeymaniya Demokratîk (ADF) a girêdayî DIAŞê derengê şeva Înê li rojavayê Ugandayê nêzikî sînorê Komara Demokratîk a Kongoyê êrîşî dibistanekê kirin û di encamê de herî kêm 25 kes hatine kuştin û 6 kes jî hatine revandin.

Polîsê Ugandayê ragihand ku êrîşkaran derengiya Înê êrîşî Dibistana Navîn a Lhubirira li bajarokê sînorî yê rojavayî Mpondwe kirin.

Herwiha li gorî daxuyaniya polîsan heta niha 25 cenaze ji dibistanê hatine derxistin û 8 kesên din jî bi birîndarî rakirine xweşxaneye ku rewşa wan giran e.

Li aliyê din Polîsan diyar nekirine ku çend ji kuştiyan xwendekarên dibistanê ne.

Li gorî zanyariyên polîsan erîşkar ber bi Parka Neteweyî ya Virunga ya li Kongoyê ve reviyane.

ADF

Rêxistina Hêzên Hevpeymaniya Demokratîk (ADF) di salên 1990î de li dijî serokê Kenyayê Yoweri Museveni derket serî hilda. Rêxistinê di sala 2019an de pabendbûna xwe bi DAIŞê re ragihandibû.

AFD di salên 90î de li Uganda û Komara Demokratîk a Kongoyê dest bi çalakiyan kir û ji sala 2014an heta niha bi hezaran sivîl hatin kuştin û bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst