Talebanî mizgînî da: Ev sîstem êdî namîne

10-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Sîstem Qubad Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, sîstema paşekewtkirina mûçeyên karmendên hikûûmetê tê were hilweşandin û dê sîstemeke nû ya mûçeyê were danîn.

 

Îro yekşembî 10ê Îlona 2017ê li Hewlêrê Cîgitê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li gel endamên Fraksyona YNKê li Parlamentoya Iraqê civiya.

 

Di vê civînê de, behsa rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendîyiên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, mijara referomên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şefafbûn di sektora neftê de hat kirin.

 

Derbarê reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Qubad Talebanî ragihand: “Zêdebarî zêdeyî û giraniya krîzan, em weke hikûmetê berdewam bûn li ser hewlên xwe bo sererastkirina sîstema desthilatdariyê û di dema niha de piştî çendîn pêngavên giringên çaksaziyê, me karî hevsengiyê (balansê) biparêzin di navbera xeric û dahata hikûmetê de.”

 

Qubad Talebanî aşkere kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sîstemeke nû ya mûçeyan cîbicî bike, ku zêdetir dadmendî têde hebe.

 

Talebanî got: “Hikûmet mijûlî danîna sîsteme nû ya mûçeyê ye, ku ji bo mûçewergirên me zêdetir dadmendî têde heye û ew sîstema paşekewtê jî dê were hilweşandin.”

 

Di civînê de, Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Amanc Rehîm jî li ser mijara şefafiya dahata petrolê axivî û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbestek li gel kompaniyeke mezin a pêdeçûnê kiriye, da ku wan gumanan birevîne, ku li ser dosyaya petrolê heye û heta niha gihîştiye qonaxeke baş ji karên xwe.”

 

Amanc Rehîm da xuyakirin: “Di demeke kurt de dê encamên baş li ser neftê û şefafiyeta di vê dosyayê de were dîtin.”

 

Parlamenterên YNKê jî di civînê de nêrîn û têbînî û pirsyarên xwe pêşkêş kirin. Herwiha parlamenterên YNKê tekez jî kirin, ku divê w civîn berdewam bin, ji bo berçavroniya li ser gişt mijaran.

 

Parlamenterên YNKê daxwaz jî kirin, ku pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlameterên li Bexdayê were pêşxistin, daku bikarin baştir serederiyê li gel mijarên hesas bikin.

 

Di destpêka îsal de ji ber fişareke zêde ya darayî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara paşekewtkirina beşek ji mûçeyên karmendan da.

 

Li gorî wê sîstemê, mûçeyên karmend û berpirsên Herêma Kurdistanê di navbera %40 heta %70ê de hatine kêmkirin û weke deyn li ser hikûmetê dimîne.

 

Li Herêma Kurdistanê derdora 1 milyon û 400 hezar karmend hene, ku berî destpêkirina krîza darayî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 850 milyar dînar bo mûçeyên wan terxan dikir, lê belê piştî çêbûna krîza darayî niha mehane 450 milyar dînar ji bo mûçeyan tê terxankirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst