KERKÛK - DAIŞê êriş kir; Kuştî hene

12-01-2018
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Hewîce Ebasî DAIŞ Êriş Kuştî
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Çend çekdarên ser bi rêxistina DAIŞê êrişî gundekî sînorê parêzgeha Kerkûkê kirin û 3 kesên ji malbatekê kuştin.

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Kerkûkê, Eqîd Efrasiyaw Kamîl di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “îro Înê 12ê Çileya 2018ê grûpeke çekdarî ya DAIŞê êrişî ser gundeke ser bi bajarokê Ebasî yê girêdayî navçeya Hewîceyê kirin.”

 

Efrasiyaw Kamîl got, “çekdarên DAIŞê di vê êrişê de 3 kes kuştine ku her sê kes ji malbatekê ne.”

 

Li gorî zanyariyan, di êrişê de jinek û du kurên wê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

 

Sedema êrişa DAIŞê û kuştina wan her sê kesên ji malbatekê nehatiye zanîn.

 

Berdevkê Polîsê Kerkûkê diyar kir, piştî kuştina wan kesan, çekdarên DAIŞê demildest ji gund derketine û reviyane.

 

Bajarokê Ebasî ser bi navçeya Hewîce ya Kerkûkê ve ye û dikeve başûrê Kerkûkê. Di dema êrişên DAIŞê yên sala 2014an de, bajarokê Ebasî kete bin kontrola wê rêxistinê heta ku di 29ê Îlona 2017an de di operasyonekê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hate kontrolkirin.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî herçiqas ku bidawîhatina DAIŞê ragihandiye, lê belê li çend navçeyên Kerkûkê û sînorê navbera Iraq û Sûriyê çekdarên DAIŞê çend caran êriş pêk anîne û di encamê de çend kes bûne qurbanî.

 

Herwiha hêj hin deverên Iraqê li parêzgeha Enbarê di bin kontrola çekdarên wê rêxistinê de mane.

 

Duh Pênşemî 11ê Çileya 2018ê Berdevkê Wezareta Berevaniya Ameîrkayê, General Kenneth F. McKenzie ji Rûdawê re diyar kir, ku ew hêj nikarin bêjin ku DAIŞ bi tevahî li Iraqê nemaye, lê belê got, ku hêzên navxweyî rewş kontrol kirine.

 

Nivîsîn: Sîna Soma

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst