Li Amerîkayê êriş: Bi dehan kuştî û birîndar hene

26-10-2023
Nîşan Amerîka Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Amerîkaye di êrişeke bi çekan de herî kêm 22 kes hatin kuştin, bi dehan kes hatin birîndarkirin.

Êrişê li bajarê Levistonê yê eyaleta Maineyê rû da.

Kesekî ku heta niha nasnameya wî nehatiye diyarkirin li 3 herêmên cuda yên bajêr gule li xelkê reşandin.

Li gorî agahiyên destpêkê, herî kêm 22 kes hatin kuştin û nêzîkî 60 birîndarî hene.

Rayedaran da zanîn ku êrişker hewl nedaye ku rûyê xwe veşêre.

Wêne û dîmenên wî hatine belavkirin û ji bo were girtin xebatan dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst