Vekişîna Wagnerê rê li ber DAIŞê vekir

12-11-2023
Hisên Omer
Çekdarên DAIŞê
Çekdarên DAIŞê
Nîşan DAIŞ Sûriye Êriş Wagner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê di van demên dawî êrişên xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine. 

Agirê operasyonên çekdarên DAIŞê careke din baregeh û pêgehên hêzên hikûmeta Sûriyeyê û hevpeymanên wê li çola wî welatî dişewitîne.

Di mehên borî de, êrişên rêxistina DAIŞê ku ji aliyê civaka navdewletî wekî rêxistineke terorîst hatiye hejmartin, li Sûriyeyê zêde bûnê û hejmara qurbaniyên wan êrişan jî zêde bûye.

Êrişên DIAŞê yên li Sûriyeyê:

17ê sibatê, di êrişeke DAIŞê de li nêzîkî Sixnêyê 53 kes hatin kuştin. 7 kes ji wan serbaz bûn ku yek ji wan efser bû.

Herwiha 8ê Çiriya Paşîn, di êrişeke DAIŞê ya li ser 2 baregehên leşkerî yên li nêzîki heman bajarî 30 kes hatin kuştin

4 kes ji wan serbazên hikûmeta Sûriyeyê bûn û 26 kes jî çekdarên Parastina Niştimanî bûn.

Şarezayê grûpên cîhadî Hûmam Îsa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re destnîşan kir ku vekişîna hêzên Wagnerê ya ji çolên Sûriyeyê DAIŞ bihêz kiriye.

“Vekişîna Wagnerê ji hinek pêgehan rê ji DAIŞê re vekir”

Şarezayê grûpên cîhadî Hûmam Îsa got:

"Vekişîna Wagnerê ji hinek pêgehan ên li çolên Sûriyeyê rê ji rêxistina DAIŞê re vekir ku li çolên Sûriyeyê tev bigere.

Rêxistina DAIŞê sûd ji nebûna çeteyên Wagnerê wergirt piştî vekişîna hêzên wê ji çolên Sûriyeyê.

Hêzên Sûriyeyê ne xwediyên şiyanên serbazî yên Wagnerê ne ku bikaribin ji heqê şaneyên DAIŞê derkevin."

Herwiha Îsa diyar kir ku DAIŞ sûdê ji cografyaya biyabana Sûriyeyê werdigire û wiha pê de çû:

"Cografyaya navçeya belavbûna rêxistina DIAŞê ya niha li biyabana Sûriyeyê faktoreke hêzê ye ji bo rêxistina DAIŞê.

Herwiha hiştiye ku ew xwe ji nû ve birêxistin bike, ji ber wê sûd ji wê yekê wergirt ku ti hêzeke rasteqîn nîne ku rûbirûyî wê bibe."

Li navçeyên Rêveberiya Xweser, hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayişê operasyonên xwe li dijî şane û mîrên DAIŞê zêde kirine.

Roja 11ê Çiriya Paşîn, HSDyê ragihand ku mîrekî DAIŞê yê bi navê Xalid el-Şamî li Reqayê hatiye desteserkirin.

8ê Çiriya Paşîn jî, Hêzên Asayişê da zanîn ku berpirsekî DAIŞê li bajarokê Til Koçerê hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst