Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Yekîtiya Ewropayê şandeke Kurdistanê vexwande Brukselê

Ji aliyê RÛDAW 12-6-2017
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi serokatiya şandekê serdana Belcîka û Holandayê dike.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, biryar e îro duşembî 12ê Hezîrana 2017ê şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ber bi Ewropayê ve bikeve rê û serdana Becîka û Holandayê bike.

 

Herwiha biryar e, îro Qubad Talebanî û şanda pê re îro bigihîjin Bruksel a paytexta Belcîkayê.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dilawer Ajgeyî derbarê serdana wê şanda Kurdistanê de ji Rûdawê re got, ku ev serdan li ser vexwandina fermî ya Yekîtiya Ewropayê, Belcîka û Holandayê ye.

 

Dilawer Ajgeyî ragihand, Qubad Talebanî di serdana xwe y abo Brukselê de dê bi berpirsên pilebilind ên Yekîtiya Ewropa, Cîgirê Serokwezîrê Belcîka Didier Reynders û Wezîrê Berevaniya Belcîkayê Steven Vandeput hevdîtinan pêk bîne.

 

Ajgeyî da xuyakirin, ku Qubad Talebanî û şanda Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya vê geşta xwe de serdana Holandayê jî bikin û li wî welatî jî bi Wezîrê Derve Bert Koenders û Wezîra Bazirganiya Navdewletî û Geşepêdana Hevkariyê ya Holandayê Lilianne Ploumen re bicivin.

 

Nûnerê Herêma Kurdistanê li Brukselê tekez kir, Talebanî û şanda pê re piştre dê serdana Parlamentoya Holandayê û Dadgeha Tawanan a Navdewletî jî bikin.

 

Serdana Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Ewropayê, piştî serdana her sê wezîrên derve yên Belcîka, Holanda û Luksemburgê bo Kurdistanê tê.

 

Her yek ji Wezîrê Derve yê Holanda Bert Koenders, Wezîrê Derve yê Belcîka Didier Reynders û Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn roja 18ê Kanûna 2016ê bi hev re serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re civiyabûn.


Serdana şanda Kurdistanê bo Ewropayê di demekê de ye, ku Herêma Kurdistanê roja 25ê Îlona îsal weke roja sazdana referanduma serxwebûnê diyar kiriye.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.625 seconds