Navenda Nûçeyan - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastin (YPG) serkêşiya wê dike di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de ketine ketin taxên Sînaa û Hitîn û heta demjimêrên sibehê şer li herdu taxan dom kir.
Pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê HSDê ve bi piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞl di roja xwe ya 7emîn de berdewam dike şer û pevçûn jî girantir dibin.
Li gor ragihandina nêzîk HSDê şeva Yekşemê şervanên wan ketin taxa Sînaa û Hitîn û li herdû taxan şer bi dijwarî didome.
Fermandarê hêzên HSDê diyar kirine ku di şer de heta niha herî kêm 23 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên 16 çekdaran tevî hinek çek û cebilxaneyan, ketine destê hêzên wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse