HSD: Li Reqayê 9 şervanên me şehîd ketin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Reqa El Eqtan Koalîsyon DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa dawî ya girtîgeha "El Eqtan" a li bajarê Reqayê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê ragihand ku di pevçûnên li dordora girtîgehê de 9 şervanan canê xwe ji dest da ye

HSDyê di daxuyaniyê de rexne li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) girtin û diyar kir ku ew sê roj in ji bo veguhastina girtiyên DAIŞê ya ji bo cihên ewle bi wan re di nav hevahengiyê de ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Koalîsyonê tevî sozên xwe heta niha ti gavên pratîk neavêtine.

"9 şervanan canê xwe ji dest da"

Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çekdar ên Şamê êrişî girtîgehê dikin û şervanên wan ji bo parastina girtîgehê û rêlibergirtina aloziyan erka xwe bi cih tînin.

HSDyê eşkere kir ku di encama van pevçûnan de heta niha 9 şervanan canê xwe ji dest da û 20 şervanên din jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê destnîşan kir ku di bin şert û mercên ewlehiyê yên gelekî metirsîdar de pevçûn hîn jî didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst