Şervanan êrişa DAIŞê têk bir: Kuştî hene

01-09-2025
RÛDAW
Nîşan HSD DAIŞ Reqa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja duşemê ragihand ku wan li gundewarê bakurê Reqayê êrişeke xwekujî ya şaneyeke DAIŞê têk bir.

Di şer û pevçûnan de 2 DAIŞî hatine kuştin û 3 şervanên HSDyê jî birîndar bûn.

HSDyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku şeva yekşemê derdora saet 23:50yî, “şaneyeke terorîst” hewl daye ku yek ji xalên wan ên leşkerî bike hedef.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di pevçûnan de çekdarekî piştî birîndarbûnê kembera xwe ya teqemenî teqandiye, yekî din jî ji aliyê şervanên HSDyê ve hat kuştin.

Li aliyê din HSDyê da zanîn di pevçûnê de 3 şervanên HSDyê bi sivikî birîndar bûne û rewşa wan a tenduristiyê baş e.

HSDyê tekezî li ser “amadebûna xwe ya bilind” a ji bo şopandina şaneyên veşartî yên DAIŞê û komên din ên çekdar kir û pabendiya xwe ya ji bo rûbirûbûna hewldanên têkdana ewlehiya Bakurrojhilatê Sûriyeyê anî ziman.

Li Reqayê çalakbûna DAIŞê

Li Reqayê vejîna metirsîdar a DAIŞê berdewam dike.

26ê Tebaxê, Asayîşê piştî zêdebûna çalakiyên şaneyên veşartî yên DAIŞê, li bajêr qedexeyeke qismî ya derketina derve ya bi şev ragihandibû.

Ji destpêka sala 2025an ve, şaneyên veşartî yên DAIŞê gelekî êriş pêk anîne ku tê de personelên leşkerî û ewlehiyê yên herêmê kirine hedef.

Tenê di meha Tîrmehê de, çend êrişên bi vî rengî li Reqayê bûn sedema birîndarbûna endamên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Asayîş). Her wiha di operasyonên li dijî terorê de hinek kes jî hatin girtin.

Ev pêşhat, gefa berdewam a DAIŞê ya li herêmê û her wiha hişyariya berdewam a HSDyê ya di bersivdan û têkbirina gefên bi vî rengî de radixe ber çavan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst