Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiyê: Helwesta HDPê cihê xweşhaliyê ye

13-09-2017
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Giştpirsî Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiyê HDP Amerîka
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiya Serxwebûnê seredana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Balyozxaneya Amerîkayê  û Delegesyayona Yekîtiya Ewropayê  Enqere kir. Endamê Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiyê Mesûd Tek got, Helwesta HDPê û beyanên Berdevkê HDPê Osman Osman Baydemir cihê xweşhaliyê ye.


Her çende biryar bû ku li gellek bajarên Bakurê Kurdistanê festîvalên giştpirsiyê werin encam dan lê destûr ji bo çi festivalan ne hate dan. Li aliyê din Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiya Serxwebûnê jî li ser  karên xwe yên hevdîtinan berdewam in. Endamên komiteyê bi balyozê Amerîkayê, delegasyona yeketiya ewropayê û HDPê re civiyan.


Kar û xabatên komiteya piştgriya giştpirisyê li Tirkiyê berdewam in. Endamên înîsiyatîfê piştî kurte civineke navxweyî  seredana Balyozxaneya Amerîkayê  û Delegesyayona Yekîtiya Ewropayê li Enqere kirin.  Endamên komiteyê bo herdu hevdîtinan jî dibêjin erênî bûn lê zêdetir agahiyan nadin.


Serokê PDK- Bakur Sertaç Bucak ji Rûdawê re wiha got: “Armanca me ew bû ku em piştgiriya resteqîn ya xelkê me yê Bakur bo giştpirsiyê bistînin. Ez bawer dikim ku di xebatên xwe de  bi giştî em gehiştin armanca xwe.”


Înîsiyatîfa heman demê hevdîtinek bi HDPê re jî pêkanî. Hevdîtina bi HDPê re nêzîkî du seatan dirêj bû û ji bilî referandumê bi giştî rewşa siyasî ya kurdan jî hat gotûbêjkirin.


Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr jî got: “Ev delagasyona me ya bi qedr û qîmet îro hatine mala xwe. Hatine HDPê û me hem li ser referandumda Başurê Kurdistanê hem jî li ser pêşeroja kurdan me dîtin û nêrînên xwe parvekirin.”


Serokê PSKê Mesut Tek wiha axivî: “Me vê carê piştgirî ji wan nexwast ji ber ku wan piştgiriya eşkere kiribûn. Me tenê daxwaz  û gotûbêja wê yekê kir ka gelo niha vê de em dikarin bi hev re çi bikin?  Helwesta HDPê û organên wê bi taybetî jî beyanên Kek Osman yên ragehandine cihê xweşhaliyê ne.”


Parlementerekî HDPê jî dibêje ji bilî mijara referandumê mijarên giringên  hevdîtinê yekrêziya aliyên  siyasîyên Bakurê Kurdistanê û kongreya netewî bûne.


Parlementerê HDPê Îmam Taşçier jî anî ziman: “Armanc ew e ku tifaq û yeketiya Kurdan li her parçeyê û bi giştî bi kongereyeke netewî pêk were. Lazim e di pêşeroja Kurdan de ev mijare hebin. Lê niha li pêşiya me referandum heye. Kîjan parçeyê kurdistanê azad bibe cihê serbilindiyê ye.”


Înîsiyatîfa Piştgiriya Giştpirsiya Serxwebûnê biryar e ku di rojên pêşiya me de seredana Balyozê Rusyayê û çend sazî û aliyên din jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst