Tirkiye dê ji ber peyva 'Kurdistan' Baydemir qerebû bike

13-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Osman Baydemir Kurdistan Kurd Tirkiye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, derbarê cezayê Parlamentoya Tirkiyê de ku ji ber bikaranîna peyva “Kurdistan” dabû Osman Baydemir biryara binpêkirina azadiya raderbirînê da. Dê dewleta Tirkiyê 16 hezar û 957 euro qerebû bide Baydemir.

Sala 2017an dema Osman Baydemir Parlamenterê Rihayê bû li Parlamentoya Tirkiyê di axavtineke xwe de gotibû: “Ez weke zarokekî gelê Kurd, weke nûnerekî ji Kurdistanê hatime rola xwe wiha diyar dikim: Bila ev ban bibe banê hevbeş ê Kurd û Tirk.”

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê wê demê biryar dabû ku Baydemir beşdarî du civînên parlamentoyê nebe û ji mûçeyê wî 2 li ser 3 bê birîn.

Baydemir li beramber cezayê Parlamentoya Tirkiyê bi hinceta di dema karên yasadanînê de azadiya wî ya raderbirînê hatiye binpêkirin serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê dabû, piştî ku Dadgeha Destûrê serlêdana wî red kir, serî li Dadgeha Ewropayê dabû.

Dadgeha Ewropayê derbarê serlêdana Baydemir de biryara xwe da û ragihand ku mafê azadiya raderbirînê ya Baydemir hatiye binpêkirin. Dadgehê herwiha biryar da, dewleta Tirkiyê 9 hezar û 750 qerebûya menewî, bi tevahî 16 hezar û 957 euro wek qerebû bide Baydemir.

Osman Baydemir piştî biryara Dadgeha Ewropayê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Ev biryar di têkoşîna azadîya ramanê de xwedî girîngiyek dîrokî ye. Rûmeta rewa ya vê serkeftinê ya bi milyonan Kurd e ku ew Kurdistanê di dilê xwe de û xewn-xeyalên xwe de zindî dihêlin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst