Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Encumena Bilinda Referandumê heft daxwazî li welatiyan kir

Ji aliyê Rûdaw 13-9-2017
Rûdaw
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de heft daxwazî li hevwelatiyên Kurdistanê kir. Yek ji wan daxwaziyan ev e, ku di dema kampîn û propagandayên ji bo referandumê de, ji bilî Ala Kurdistanê, ala ti welateke din an jî sembol û nîşanên ti aliyekî din bi kar nehînin.

 

Îro çarşembî 13ê Îlona 2017ê, Sekretariya Encumena Bilinda Referanduma Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke heft xalî weşand.

 

Di daxuyaniyê tê gotin: “Ji bo zêdetir rêkxistina kampînên propagandaya referandumê û pabendbûna bi nirxên niştimanî û rêkarên yasayî, daxwaz ji welatiyên Kurdistanê dikin ku di dema propagandaya referandumê wan xalan li ber çav bigirin.”

 

Ev xalên ku Encumena Bilinda Referandumê ku di daxuyaniya xwe de amaje pê kirine, ev in:

 

Yekem: Dûrketin ji bi kar anîna nîşan, ala û sembola her aliyekê yan welatekê ji bilî Ala Kurdistanê.

 

Duyem: Dûrketin ji bi kar anîna nav û wêneyên sembol û serkirdeyan weke propaganda yan propagandaya referandumê.

 

Sêyem: Dûrketina ji bêrêzîkirin an êrişkirina li ser serkirde û ala û sembola her aliyekê an jî welatekê.

 

Çarem: Parastina aramiya bajar û bajarokan û parastina mulkên giştî.

 

Pêncem: Parastina aramiya hevwelatiyan.

 

Şeşem: Hevkarî û hemahengiya li gel dezgehên ewlehiyê û polîs û fermangehên hikûmetê.

 

Heftem: Em tekez dikin li ser azadiya derbirîna nêrînan û rêdan bi encamdana çalakî û kampîn û propagandaya referandumê bi awayekê azad û bi şêweyekî şaristanî û aştiyane, û li gorî yasa û rênimayiyên karpêkiriyên Herêma Kurdistanê û rênimayiyên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê.

2082 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.657 seconds