60 parlamenter daxwaza pesendkirina referanduma 25ê Îlonê dikin

14-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zêdetir ji 60 parlamenterên Kurdistanê daxwaz dikin, ku parlamentoya Kurdistanl di yekem civîna xwe de roja 25ê Îlonê weke roja encamdana referanduma serxwebûnê pesend bike.

 

Endamê Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Ferset Sofî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Zêdetir ji 60 endamên Parlamentoya Kurdistanê bi rêya Komîteya Yasayî daxwaziyek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kirine, daku roja 25-09-2017 weke roja encamdana referandumê were pesendkirin.”

 

Pêştir Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê di vexwandinnameyekê de ragihandibû, ku wan li ser daxwaza rêjeya yasayî ya parlmanteran biryara sazkirina civîna parlamentoyê bo biryardan li ser referandumê û mafê diyarkirina çarenivîsê daye.

 

Di vê vexwandinnameyê de wiha hatibû gotin: “Li gorî desthilatên birgeha 1 a madeya 20 a rêziknameya navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê, li ser daxwaza rêjeya yasayî ya endamên parlamentoyê û li gotî birgeha 1 a ji madeya 6 a rêziknameya navxwe, me biryara encamdana civîneke ne asayî ya parlamentoyê ya taybet bi mijara referandumê û mafê diyarkirina çarenivîsê da.”

 

Herwiha ji bo sazkirina civîna parlamentoyê jî daxwaz ji parlamenteran hatiye kirin, ku demjimêr 19:00ê êvariya roja Înê 15ê Îlona 2017ê li salona parlamentoyê amade bin.

 

Li gorî rêkevtina duh a navbera PDK, YNK û Goranê biryar bû ku roja pêncşembiyê civîna parlamentoyê were sazkirin, lê belê hat ragihandin, ku civîn bo roja Înê hatiye paşxistin.

 

Endamê Parlementoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji Rûdawê re diyar kir: “Li gor rêziknameya navxweyî ya Parlamentoya Kurdistanê, divê ji bo rûniştina parlamentoyê, beriya 48 saetan endamên parlamentoyê werin agahdarkirin. Ji ber vê yekê civîn heta roja înê 15ê Îlona 2017an saet 19:00ê hate paşxistin.”

 

Biryar e, referanduma Herêma Kurdistanê di 25ê vê mehê (Îlon) de were necamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst