Li seranserê Herêma Kurdistanê encamên herî nû yên hilbijartinan

14-05-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Iraq Herêma Kurdistanê PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja Şemiyê (12ê Gulana 2018ê) hilbijartinên xûla çarem a Parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêve çû. Li gorî encamên ne fermî yên Herêma Kurdistanê, PDKê 26 kursî, YNKê 16 kursî, Tevgera Goran 6 kursî, Nifşê Nû 5 kursî, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî 3 kursî, Komela Îslamî 3 kursî û Yekgirtûya Îslamî jî 2 kursî bidest xistine.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê şevê din encamên destpêkê yên 10 parêzgehên Iraqê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya komîsyonê rêjeya beşdariya xelkê li seranserê Iraqê gelek kêm bûye û ji sedî 44.52yê xelkê beşdar bûne.

 

Li Kurdistanê PDK û li seranserê Iraqê jî Hevpeymaniya Nesir yekemîn in

 

Li gorî encamên heta niha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li seranserê Herêma Kurdistanê wek hêza yekem ma. Tê pêşbînîkirin, ku hejmara kursiyên PDKê 26 bin.

 

Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ji şkestineke mezin rizgar bû. Li gorî encaman hejmara kursiyên YNKê 16 ne.

 

Di van hilbijartinan de Tevgera Goran bi paşkeft. Goranê di hilbijartinên berî de 9 kursî bi dest xistibûmn û li gorî encaman tenê 6 parlamenteran dişîne Parlamentoya Iraqê. Nifşê Nû surprîza hilbijartinan bû û eger encam wiha bin dê di yekemîn hilbijartina xwe de bibe xwediyê 5 kursiyan. Herwiha hêza rast a Berhem Salih jî derkete holê ku serokatiya Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî dikir.

 

Di van hilbijartinan de lîsteya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir kete pêş Heyder Ebadî û karî dengên ture û xeyidî yên kolanên Iraqê kom bike. Aliyê Erebên Sunnî zêdetir hatine piştguhxistin û trêna Nûrî Malîkî jî di van hilbijartinan de têk çû.

 

Di dîroka Iraq û Herêma Kurdistanê de yekemîn car bi sîstema elektronîkî deng hatine bikaranîn. Li gorî gelek çavdêr û herwiha partiyan jî ev sîtem ti egereke sextekariyê nahêle. Lê piştî ku encamên hilbijartinan di berjewendiya hinek aliyan de nebû, gilî û gazindên li ser sîstemê jî demildest hatine bilêvkirin.

 

Tevgera Goran hêj zû ragihand, ku sîstema elektrtonîkî hatiye hackirin. Herwiha li pey jî Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî û serkirdetiya PDKê li Silêmaniyê jî ragihandin, ku bi encamên hilbijartinan hatiye lîstin.

 

Kursiyên parêzgeha Duhokê

 

Li gorî encamên yekemîn PDKê ki Duhoke hejmara kursiyên xwe zêde kiriye. PDKê di hilbijartinên 2014ê de li Duhokê 340 hezar û 977 deng anîbûn û xwediyê 8 kursiyan bû. Lê di van hilbijartinan de 315 hezar û 199 deng bidest xistin û bi van encaman ji 11 kursiyên Duhokê  10 kursî ji bo PDKê man.

 

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, ku di hilbijartinên 2014ê de 84 hezar û 464 deng anî bû û xwediyê 2 kursiyan bû, di van hilbijartinan de rêjeya dengên wan nîv bi nîv daket û 41 hezar û 690 deng bidest xist û tenê karî bibe xwedan kursiyekê. 

 

YNKê di hilbijartinên berê de li Duhokê 37 hezar û 457 deng anîbû. Ji ber Lîsteya Berhem Salih dengên YNKê li Badînanê perçe bûn û di van hilbijartinan de 23 hezar 197 kesan dengên xwe dane vê partiyê. Herwiha Hevpeymaniya Berhem Salih 24 hezar û 280 deng bidest xist.

 

Li Duhokê Nifşê Nû 17 hezar û 318 deng, Komela Îslamî 3 hezar û 522 deng û Tevgera Goran jî 3 hezar û 537 deng bidest xistin.

 

Li gorî zanyariyên gihiştine Rûdawê beşek ji namzedên PDKê li parêzgeha Duhokê ev hinde deng anîne:

 

Dr. Aram Baleteyî 27 hezar û 402 deng, 

 

Beyar Doskî 25 hezar û 160 deng

 

Viyan Sebrî 19 hezar û 136 deng

 

Wesifye Mihemed 16 hezar û 739 deng

 

Hindirîn Lezgîn 16 hezar û 739 deng

 

Omer Elî Rêkanî 15 hezar û 490 deng

 

Ebdurehman Omer 14 hezar û 586 deng

 

Dalya Ferhad 13 hezar û 899 deng

 

Ehmed Silêman Sefer 13 hezar û 987 deng

 

Herwiha li Duhokê Cemal Koçer ji bo parlamenteriyê dengê pêwîst bidest xistiye.

 

Li Duhokê dengên aliyên din û namzedên serbixwe jî wiha ye:

 

Encûmena Gel a Kildanî, Suryanî û  Aşûrî: 3 hezar û 118 deng

 

Hevpeymaniya Rafîdeyn: 2 hezar û 578 deng

 

Tevgera Babilyon: Hezar û 341 deng

 

Partiya Sosyalîstû Demokratên Kurdistanê: Hezar û 172 deng

 

Hevpeymaniya Nesir: 952 deng

 

Ebna Nehrên: 834 deng

 

Yekîtiya Bêtnehrên a Nîştmanî: 444 deng

 

Hevpeymaniya Kildan: 366 deng

 

Redî Cebar Salih, namzedê serbixwe: 296 deng

 

Haris Şinişl Harsî, namzedê serbixwe: 253 deng

 

Lemya Şawî Hîlalî, namzeda serbixwe: 251 deng

 

Newfîl El Naşî, namzeda serbixwe: 185 deng

 

Dr. Faris Gorgîs Ezîz, namzedê serbixwe: 129 deng

 

Rehîm Lebî Tahir, namzedê serbixwe: 98 deng

 

Dr. Selam Neîm Etîye Mahûd, namzedê serbixwe: 92 deng

 

Tevgera Kombûna Siryan: 37 deng

 

PDK li Mûsilê partiya sêyem e

 

Li gorî encamên li cem Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Bexdayê, li Mûsilê rêjeya beşdarbûna hilbijartinan % 30 bûye. Ev yek jî di berjewendiya PDKê de nebû lê berqawirdê hilbijartinên berî PDKê li Mûsilê kursiyek zêde kir.

 

PDKê di hilbijartinên berê de li Mûsilê 185 hezar û 804 deng û 6 kursî bidest xistibûn. Di van hilbijartinan de PDKê 78 hezar û 137 dengî anîn û bû xwediyê 7 kursiyan.

 

Berpirsê Rêxistina PDKê li Mûsilê Îsmet Receb ji malpare PDKê re ragihand: “Li Mûsilê hê jî tevahiya dengan eşkere nebûne. Ji ber ku Mûsil hinek pirt û belav e. Lê li gorî encamên yekem PDKê 6 kursî misoger kirine.”

YNKê di hilbijartinên berê de li Mûsilê 70 hezar û 145 deng û 2 kursî bidest xistibû. Di van hilbijartinan de 22 hezar û 895 hezar dengî bidest xist û lewma jî egereke lawaz e, ku bikare kursiyekê jî bidest bixe.

 

Li gorî encamên ne fermî li Mûsilê Hevpeymaniya Nesir a Heyder Ebadî piraniya dengan biriye. Li Mûsilê lîsteya Weteniye ya Eyad Ellawî di rêza duyemîn de û lîsteya Usame Nûceyfî jî di rêza çaremîn de ne.

 

Kursiyên parêzgeha Hewlêrê

 

Li navenda bajarê Hewlêrê bi giştî 571 hezar 779 kesan deng dane. Li gorî encamên ne fermî, hejmara dengên PDKê li Hewlêre jî gelek li pêşiya partiyên din e. PDKê di hilbijartinên 2014ê de li Hewlêrê 354 hezar û 735 deng û 7 kursî bidest xistibû. Vê carê 282 hezar û 298 deng û kursiyekê jî zêde dike û dibe xwediyê 8 kursiyan. 

 

Partiyên din tevan li Hewlêrê deng wenda kirine. YNKê di hilbijartinên berê de 168 hezar û 688 deng û 4 kursî biribû. Li çend navendên dengdanê jî li pêşiya PDKê bû lê vê carê dengên wan bi awayeke berçav kêm bû.  YNKê di van hilbijartinan de 69 hezar û 561 deng û 3 kursî bidest xistin.

 

Dengê spî li Hewlêrê ji dengê partiyên din zêdetir e

 

Li gorî encaman li Hewlêrê PDK yekemîn, YNK duyemîn û Nifşê nû jî 67 hezar û 269 dengan sêyemîn e. Nifşê nû dikare 2 parlamenteran bişîne Bexdayê. Li Hewlêrê hejmareke zêde ya dengên spî jî heye, ku hejmara van dengan ji dengên ji Yekgirtû, Goran, Hevpeymanî û Komal zêdetir e.

gorran 1 kursî, hawpeymanî (0-1) kursî, newey nwê 2 kursî, komell 1 kursîyan hênawe. Yekgirtûş ewe duwem hellbjardne le hewlêr kursî nahênê. Bew pêye be berawrid legell hellbjardinî rabridû yekêtî yek kursî, gorran yek kursî û komellî îslamî yek kursîyan le parêzgay hewlêr kem kirduwe.

Li Hewlêrê, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî bi 47 hezar û 66 dengan kursiyekê, Tevgera Goran bi 38 hezar û 18 dengan kursiyekê û Komela Îslamî jî bi 34 hezar û 822 dengan kursiyeke din bidest dixin.

 

 Li Hewlêrê dengên aliyên din û namzedên serbixwe jî wiha ye:

 

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 23 hezar û 402 deng

 

Eniya Tirkmenî ya Iraqê: 2 hezar û 291 deng

 

Yekîtiya Bêtnehrên a Nîştmanî: 2 hezar û 99 deng

 

Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistan: hezar û 912 deng

 

Hevpeymaniya Kildan: Hezar û 488 deng

 

Tevgera Babilyon: Hezar û 473 deng

 

Encûmena Gel a Kildanî, Suryanî û Aşûrî: Hezar û 142 deng

 

Hevpeymaniya Nesir: 812 deng

 

Ebna Nehrên: 729 deng

 

Hevpeymaniya Wetenîye: 597 deng

 

Hevpeymaniya Rafîdeyn: 463 deng

 

Tevgera Nîştîmanî ya Eşîretên Iraqê: 455 deng

 

Redî Cebar Saih, namzedê serbixwe: 441 deng

 

Haris Şinaşil Harsî, namzedê serbixwe: 408 deng

 

Dr. Nesret Sabir Xoşnaw, namzedê serbixwe: 401 deng

 

Newfel Elnaşî, namzeda serbixwe: 396 deng

 

Dr. Faris Gorgîs Ezîz, namzedê serbixwe: 211 deng

 

Lemya Şawî Hîlalî, namzeda serbixwe: 188 deng

 

Rehîm Lêbî Tamir, namzedê serbixwe: 141 deng

 

Tevgera Kombûna Suryan: 118 deng

 

Dr. Selam Neîm Etîye Mahûd, namzedê serbixwe:  83 deng

 

Silêmanî careke din bû “Kesk”

 

Piştî avabûna Tevgera Goran li herêma Silêmanî û derdora wê rengê kesk ê YNKê cihê xwe ji rengê şîna Goran hişitibû. Vê carê Silêmanî careke din rengê xwe kire Kesk. Bi tevê kêmbûna hejmarên deng3en YNKê lê piştîhilbijartinan demildest serkeftina xwe ragihand.

 

YNKê di hilbijartinên 2014ê de 294 hezar û 265 deng û 6 kursî bidest xistibû. Di van hilbijartinan de 219 hezar û 10 deng wergirt. Berpirsekî bilind ê YNKê ji Rûdawê re ragihand, ku li gorî van encaman ew 5 heta 6 kursiyan bidest dixin.

 

Tevgera Goran di hilbijartinên berê de 347 hezar û 799 deng û 7 kursî biribû. Goran vê carê 144 hezar û 574 deng bidest xist û tê pêşbînîkirin 4 heta 5 kursiyan bidest bixe. Komela Îslamî di hilbijartinên berê de li Silêmanî 57 hezar û 102 deng û kursiyek bidest xistibû. Vê carê jî bi 48 hezar û 319 dengan parlamenterekî dişîne Bexdayê.

 

Yekgirtûya Îslamî di hilbijartinên 2014ê de 81 hezar û 392 deng û kursiyek biribû. Vê carê jî bi 28 hezar û 705 dengan dibe xwedî kursiyekê.

 

PDKê di hilbijartinên berê de li Silêmaniyê 93 hezar û 410 deng komkiribûn lê xwediyê 2 kursiyan bû. Di van hilbijartinan de bi 43 hezar û 866 dengan tê pêşbînîkirin kursiyekê bidest bixe.

 

Herdu lîsteyên nû, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî li Silêmaniyê bi 43 hezar û 431 dengan 2 kursiyan û Nifşê Nû jî bi 60 hezar û 444 dengan 2 heta 3 kursiyan bidest dixin.

 

Li gorî zanyariyên gihiştine destê Rûdawê li Silêmaniyê namzedên ku dengên pêwîst anîne ev in:

 

Ji YNKê Ciwan Îhsan, Bextiyar Şawês, Bilêse Cebar Ferman, Ferîdûn Namdar.

 

Ji Tevgera Goran Yusif Mihemed û Ednan Osman.

 

Ji PDKê Dana Şehîd Ceza.

 

Ji Yekgirtû Musenna Emîn.

 

Ji Hevpeymanî Dr. Rêbwar Kerîm

 

Ji Nifşên Nû jî Serkeft Şemseddîn.

 

Li Silêmaniyê partî û endamên serbixwe ev hinde deng anîn:

 

Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistan: 4 hezar û 588 deng

 

Partiya Komûnîst: Hezar û 644 deng

 

Tevgera Hîkme ya Nîştîmanî: Hezar û 170 deng

 

Tevgera Babilyon: Hezar û 92 deng

 

Hevpeymaniya Nesir: 727 deng

 

Hevpeymaniya Kildan: 469 deng

 

Haris Şinişl Harsî, namzedê serbixwe: 457 deng

 

Hevpeymaniya Wetenîye: 442 deng

 

Redî Cebar Salih, namzedê serbixwe: 428 deng

 

Ebna Nehrên: 307 deng

 

Encûmena Gel a Kildanî, Suryanî û Aşûrî, 142 deng

 

Rehîm Lêbî Tamir, namzedê serbixwe: 137 deng

 

Newfil Elnaşî, namzeda serbixwe: 135 deng

 

Dr. Selam Neîm Etîye Mahûd, namzedê serbixwe: 120 deng

 

Lemya Şawî Hîlalî, namzeda serbixwe: 96 deng

 

Dr. Faris Gorgîz Ezîz, namzedê serbixwe: 96 deng

 

Tevgera Kombûna Suryan: 82 deng

 

Hevpeymaniya Rafîdeyn: 80 deng

 

Yekîtiya Bêtnehrên a Nîştmanî: 78 deng

 

Kursiyên Kerkûkê

 

PDKê ji destpêkê ve ragihand, ku ew dê li Kerkûkê hilbijartinan boykot bikin û tevlî nebin. Ji ber bûyerên 16ê Cotmehê jî dihate pêşbînîkirin, ku dengên YNKê bi awayeke berçav kêm bibe.  YNKê di hilbijartinê 2014ê de li Kerkûkê bi 209 hezar û 964 dengan 6 kursî biribû û di van hilbijartinan jî de 5 kursiyan dibe. 

 

Ereb û Tirkmenên Kerkûkê di hilbijartinên berê de li 4 parlamenter derxistibûn û vê carê jî 3 kursî zêde kirin. Lê hê jî ji encaman ne razî ne dibêjin di hilbijartinan de “sextekarî” hatiye kirin. Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Seîd, piştî hilbijartinan lez û bez encamên hilbijartinê ragihand ku ew encaman qebûlk nakin.

 

PDK û YNK: Me 55 kursî bidest xistine

 

Herçend komîsyonê bi fermî encam ranegihandine lê PDK û YNK bi riya medyayên xwe hejmara kursiyên xwe eşkere dikin.

 

Berdevkê Dezgeha Hilbijartinan a YNKê Dr. Biryar Reşîd ji medyaya nêzîkî poariya xwe re ragihand: “Me li Hewlêrê 3 heta 4 kursî, li Silêmanî 7 kursî, li Kerkûkê 6 heta 7 kursî, li Duhokê kursiyek, li Newneya 2 heta 3 kursî, li Diyale 2 kursî û li parêzgeha Selaheddîn jî kursiyek bidest xistiye.”

 

Herweha çavkaniyeke bawerpêkirî jî encama dengên PDKê ji meduyaya nêzîkî partiya xwe re eşkere kiriye. Li gorî gotina wê çavkaniyê PDKê li 5 parêzgehan 30 kursî qezenc kiriye, ku ew jî wiha ne: Li Duhokê 9 kursî, Neynewa 8 kursî, Hewlêr 9 kursî, Silêmanî 3 kursî û Diyale kursiyek.

 

Bi giştî hejmara dengên partiyên sereke yên Kurdistanê

 

Li her sê parêzgehên Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî û Duhokê) hejmara dengên partiyên sereke wiha ne:

 

1- Partiya Demokrata Kurdistanê: 641 hezar û 363 deng

 

2- Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê: 311 hezar û 768 deng

 

3- Tevgera Goran: 186 hezar û 129 deng

 

4- Nifşê Nû: 145 hezar û 2 deng

 

5- Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî: 114 hezar û 777 deng

 

6- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 93 hezar û 797 deng

 

7- Komela Îslamî ya Kurdistanê: 86 hezar û 663 deng

 

6 partiyên Kurd ji encaman ne razî ne

 

Tevgera Goran, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Partiya Komûnîst û Tevgera Îslamî bi daxuyaniyeke havbeş daxwaz kirin, ku encamên hilbijartinan werin hilweşandin.

 

Duh Yekşemî 13-05-2018, 6 partiyên Kurdî yên beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bûne, li baregaha sereke ya Tevgera Îslamî li Silêmaniyê bi awayeke hevbeş civîneke çapemeniyê saz kirin.

 

Tevgera Goran, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Partiya Komûnîst û Tevgera Îslamî ragihandin, ku ew encamên hilbijartinan red dikin.

 

Partiyan ragihandin, ku belgeyên temam di destê wan de hene, ku sextekarî hatine kirin û encamên hilbijartinan ji bo berjewendiya aliyekê hatine guhertin. Herwiha wan partiyan daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinan kirin.

 

Li Iraqê Muqteda Sedr bi serkeft

 

Li gorî encamên destpêkê yên 10 parêzgehên Iraqê, ku şevê din ji aliyê Komîsyona Bilind a hilbijartinan ve hate ragihandin, lîsteya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr piraniya dengan biriye.

 

Saîrûn bi giştî ji 15 parêzgehên Iraqê li 6 parêzgehan yekemîn e. Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî li 4 parêzgehan, hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya heyder Ebadî jî tenê li parêzgeha Neynewa yekemîn e.  

 

Bi giştî Saîrûn li seranserê Iraqê milyonek û 371 hezar û 19 dengî bidest xisiye. Herwiha di rêza duyemîn de lîsteya Nesir a Ebadî heye, ku milyonek û 11 hezar û 602 kesan dengê xwe daye. 

 

Hejmara kursiyên 5 partiyên Iraqî û herwiha dabeşbûna kursiyan bi ser parêzgehan de wiha ye:

 

Hevpeymamniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî: 65 kursî

 

Lîsteya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr:  51 kursî

 

Hevyepmaniya Feth a bi serokatiya Hadî Amirî: 38 kursî

 

Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî: 34 kursî

 

Tevgera Hîkme ya bi serokatiya Emmar Hekîm: 28 kursî

 

Hevpeymaniya Weteniye ya bi serokatiya Eyad Elawî: 22 kursî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst