YNKyê li Kerkûkê û PDKyê jî li Nînowayê dengê xwe zêde kirin

22-12-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Kerkûk Nînowa PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmartina tevahiya sîndoqên dengan ên li Kerkûk, Dihok û Hewlêrê bi dawî bû.

Li gorî encaman Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Nînowayê nêzîkî 10 hezarî dengên xwe zêde kir û egera bidestxistina kursiyeke din jî heye.

Li Kerkûkê jî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) zêdeyî 15 hezaran dengê xwe zêde kir lê ev hejmar têra guhertina kursiyan nake.

 Li Kerkûkê Kurdan zêdetirî 6 hezar û 300 dengên din bi dest xistin

Pêvajoya hejmartina dengên 112 navendên dengdanê yên Kerkûkê ku di roja dengdana taybet de ji ber pirsgirêkên teknîkî nehatibûn cudakirin, li gorî encamên hejmartina bi destî ya dengan, YNKyê piraniya dengan bi dest xist.

Li Kerkûkê Kurdan bi giştî zêdetirî 6 hezar û 300 dengên din bi dest xistin

Partiyên Ereban jî nêzîkî 4 hezar û 500 dengên din bi dest xistin û Tirkmenan jî li dengên xwe 2 hezar 800 dengên din zêde kirin.

YNK: 4 hezar û 390 deng

PDK: Hezar û 629 deng

Hevpeymaniya Ereban: 2 hezar û 247 deng

Qiyade: Hezar û 83 deng

Hevpeyamniya Urube: Hezar û 153 deng

Nifşê Nû: 334 deng

Eniya Tirkmenî: 1 hezar û 888

Kerkûkna: 998 deng

Encîl: 45 deng

Emil Betrice: 46 deng

PDKyê yê li Nînowa nêzîkî 10 hezar deng zêde kirin

Li gorî amarên ku ketine destê Rûdawê, PDKyê li Nînowayê nêzîkî 10 hezar deng din zêde kirin û bi vê yekê şensê bidestxistina kursiyek din di Encumena Parêzgeha Nînowayê de çêbû.

PDKyê niha 4 kursî misoger kirine eger heye kursiyeke din jî bi dest bixe û bike 5 kursî.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê Heyder Doskî, li 28 navendên taybet ên dengdanê yên hatin herjmartin encam wiha ye:

PDK: 5 hezar û 758 deng

YNK: 2 hezar û 424 deng

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir jî encama dengan ên li hemû navendên dengdanê yên Hewlêrê bi vî awayî ye.

PDK

Li Nînowa: 3 hezar û 995 deng

Li Kerkûkê: 3 hezar û 407 deng

YNK

Li Nînowa: 702 deng

Li Kerkûkê: Hezar û 477 deng

Hejmartina dengan li Silêmaniyê bi dawî nebû

Nûçegihanê Rûdawê yê Silêmaniyê Nizar Ceza jî ragihand ku heta saet 14:00 bi dema Kurdistanê ji 55 sindoqan dengê 42 sindoqan hatine hejmartin û encam jî wiha ye.

YNK

Kerkûk: 9 hezar û 808 deng

Diyale: Dezar û 307 deng

Selahedîn: 360 deng

Nînowa: 440 deng

PDK

Kerkûk: 280 deng

Diyale: 162 deng

Selahedîn: 16 deng

Nînowa: 23 deng

Nifşê Nû

Kerkûk: 397 deng

Bi tevahî dengên nederbasdar: Hezar û 879 deng

Encamên dengdana taybet a YNK û PDKyê li Kerkûk û Nînowa

Li Kerkûk, Dihok û Hewlêrê pêvajoya cudakirina dengên taybet (binkeyên dengdanê ku pirsgirêk hebûn) bi dawî hat û li Silêmaniyê jî ji 55 sindoqan dengên 42 sindoq hatin hejmartin.

 Kerkûk:

YNK: 15 hezar û 675 deng

PDK: 5 hezar û316 deng

 Nînowa:

PDK: 9 hezar û 776 deng

YNK: 3 hezar û 566 deng

Encamên dengdana giştî û taybet a lîsteyên YNK û PDKê li Kerkûk û Nînowa

Kerkûk:

YNK: 155.048 deng

PDK: 52.065 deng

Nînowa:

PDK: 137.714 deng

YNK: 49.505 deng

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst