Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

GIŞTPIRSIYA SERXWEBÛNÊ - Danûnstandinên li gel Bexdayê destpê dikin

Ji aliyê RÛDAW 14-8-2017
Şanda Kurdistanê
Şanda Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw)   Îro Duşemê 14-8-2017, şanda Komîteya Bilind a Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê sedana Bexdayê dike û endameke wê şandê jî dibêje, ew dê li gel komîteyeke 7 kesî ya nûnerên aliyên siyasî herin Bexdayê û li gel Serokwezîr Heyder Ebadî û Cîgirê Serokomar Nûrî Malîkî bicivin..

 

D şanda Kurdistanê de nûnerê PDKê Dr. Nûrî Şawês, nûnerê YNKê Sedî Ehmed Pîre, nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, nûnerê Yekgirtû Mihemed Ehmed, nûnera kurdên êzidî Viyan Dexîl, nûnerê krîstiyanan Romyo Hekarî û herwiha nûnerê tirkmenan Macîd Bazirgan, cîh digre.

 

Di civîna dawîn a şanda Bexdayê ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de roja Şemiya 12-082017, derbasbûyî bû.

 

Şanda Bexdayê ji Barzanî pirsiye, gelo dê daxwaza Amerîkayê ya ji bo paşxistina giştprisiyê dê bandorê li ser paşxistina giştpirsiyê bike yan ne? Barzanî jî gotiye: “Tenê eger Amerîka derbarê demekê guncayî ya roja giştpirsiyê de garantî bide, dibe em li ser vê rawestin.”

 

Endama Komîteya Bilind a Giştpirsiyê Viyan Dexîl, ku di şandê de diçe Bexdayê dibêje: “Emê di hevdîtinên xwe de ji hemû aliyan re bêjin, ku misogere roja 25ê Îlonê dê giştpirsî were kirin. Emê bi wan re biaxivin ka çawa dikarin bibin du cîranên baş.”

 

Roja 7ê Tirmehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamî, li gel nûnerên 17 partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û biryar hate dayîn roja 25ê Îlona 2017ê ji bo diyarkirina çarenivîsa Başûrê Kurdistanê giştpirsî were kirin.

 

Bexda vê biryarê qebûl nake. Li gorî zanyariyên Rûdawê, hikûmeta Iraqê û aliyên şîe, ji bo paşxistina biryara giştpirsiyê bi rêya Îranê, Amerîkayê û balyozxaneyên welatên din ketiye nava hewldanan. Beriya çend rojan jî Berdevkê hikûmeta Bexdayê Sedî Hedîsî ragihandibû, ku ew dê li gel şanda kurd a ji bo giştpirsiyê were Bexdayê, hevdîtinan nekin.

 

Herwiha, parlamenterê Dewleta Yasa ya Iraqê Resûl Razî Ebû Hesen diyar dike, ku dê Nûrî Malîkî hevdîtinê li gel şandê bike lê ev nayê wê wateyê, ku dê daxwazên kurdan li Bexdayê werin pesend kirin.

 

Di vê derbarê de Viyan Dexîl got: “Ew qebûl bikin an nekin, em dê herin li ser giştpirsiyê bi wan re biaxivin.”

 

Hevdem Nûnerê Keldanî û Aşûriyan di civata bilind ya giştpirsiyê de Romyo Hekarî ji Rûdawê re ragihand, piştî nivroya îro dê şanda wan seredana Bexdayê Iraqê bike û got: “Ji bilî referandûmê dê hêlên bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û mijara petrol û gazê jî dê were gotûbêjkirin.”

 

Nûnerê Keldanî û Aşûriyan di civata bilind ya giştpirsiyê de behsa wê yekê jî kir ku di bernameya  wan de heye ku bi Serokwezîr an jî Serokomarê Iraqê re civînan pêk bînin. Herweha diyar kir ku eger derfet hebe ew dê bi Nûrî Malikî re jî bicivin.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di dosyeya şanda Kurdistanê de 55 xalên destûra Iraqê hene ku ji aliyê Bexdayê ve hatine binpêkirin. Yek ji wan xalan jî Xala 140 e. Herwiha birîna bûdceya Herêma Kurdistanê, nedana meaşên pêşmerge, yasaya petrol û gazê, rêjaya kurdan di artêşa Iraqê de, li parlamentoyê derxistina yasayên li dijî maf û berjewendiyên kurdan xalên din ên nava vê dosyayê de ne.

 

Li ser pirsa; “eger bexda daxwaza paşxistina giştpirsiyê bike dê bersiva we çi be?” Romyo Hekarî got: “Em dê ji wan re bêjin giştpirsî nayê paşxistin. Lê eger têbîniyeke wan ê cuda hebe, emê bînin û li gel Komîteya Bilind a Giştpirsiyê gotûbêj bikin.”

 

 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.516 seconds