Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Necmedîn Kerîm: Biryara dûrxistina min ji bo min şanazî ye

Ji aliyê RÛDAW 14-9-2017
Necmedîn Kerîm
Necmedîn Kerîm

Kerkûk (Rûdaw) – Ofîsa ragihandinê ya Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li ser biryara Parlementoya Iraqê ya dûrxistina ji wezîfeyê ragihand: “Biryara Parlementoya Iraqê, li gor Necmedîn Kerîm ji bo Kerkûkê û kesayeta wî, şanazî ye.”

 

Ofîsa Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi daxuyaniyekê ragihand: “Parêzgarê Kerkûkê şanaziyê hîs dike li gel niştecihên Kerkûkê ku Ereb, Tirkmen, Kurd, Kild û Aşûrî di hilbijartina Parlementoya Iraqê ya sala 2014an de ji bo wî deng dane, îro jî 173 parlementer, bêyî ku nûnerên fraksiyonên Kurdistanê amade bin, ji bo jikardûrxistina Parêzgarê Kerkûkê dang dane.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin: “Encumena niha ya parêzgeha Kerkûkê, yasaya parêzgehan a hejmara 21ê cîbicî nake. Belku li gor yasaya birême ya hejmara 34 dixebite ku destnîşankirin û jikardûrxistina parêzgar, tenê di desthilata Encumena Parêzgehê de ye û heta niha Kerkûk bi wê yasayê kar dike.”

 

Ofîsa Parêzgarê Kerkûkê di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kiriye: “Dengê pêkhateya diyarkirî bo jikardûrxistina parêzgar, piştî rizamendiya Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hat ku baweriya bi pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî ye ji bo niştecihên Parêzgeha Kerkûkê. Herwiha biryara bilindkirina ala Kurdistanê li tenişta ala Iraqê da û daxwaz kir ku Kerkûk beşdarî pêvajoya giştpirsiyê bibe.”

 

Weke din di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku tenê Encumena Parêzgehê dikare ji Parêzgarê Kerkûkê baweriyê werbigre û wî ji kar dûr bixe, ne ku Serokê Parlementoyê û Serokwezîr.

 

Herwiha hatiye tekezkirin, ku Parêzgarê Kerkûkê di peywira xwe û xizmeta hemwelatiyên Kerkûkê de berdewam e ku hemû pêkhate dengê xwe dane wî, berevajî wî hin parlementerên ku di hilbijartina 2014an de dengên herî kêm wergirtine û îro li parlementoyê ji bo jikardûrxistina Parêzgarê Kerkûkê deng dane.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji parlemantoya Iraqê kiribû ku Parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm ji peywira xwe were dûrxistin.

 

Li ser daxwaza Heyder Ebadî, îro Encumena Parlementoya Iraqê dengdan pêk anî. Di dengdanê de 173 parlementer amade bûn û parlementerên fraksiyonên Kurdistanî, dengdan boykot kirin û beşdar nebûn. Di encama dengdanê de 173 parlemeter hemû ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm deng dan.

 

Du roj berê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Kerkûkê kiribû û di serdana xwe de diyar kiribû, ku li Parlementoya Iraqê hewl didin Necmedîn Kerîm ji erkê wî dûr bixin û aşkere kiribû: “Em gotina wan nakin û guh jî nadin.”


 

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.609 seconds