Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel a Tirkiyeyê (PFDK) ji ber îdiayên “lîstina bahîsê” cezayên cuda yên dûrxistina ji werzişê da 5 lîstikvanên Amedsporê.
Cezayê herî giran bi 12 mehan dûrxistina ji werzişê ji Oktay Aydin re hat dayîn.
Komîsyona Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel a Tirkiyeyê (PFDK) bi hinceta ku 5 lîstikvanên Amedsporê “bahîs lîstiye” ceza li wan birî.
Li gorî biryara Komîsyonê ji lîstikvanên Amedsporê Oktay Aydin 12 mehan ji hemû çalakiyên werzişê hat dûrxistin û kaptanê tîmê Ugur Adem Gezer jî 6 mehan ji qadan hat dûrxistin.
Sê lîstikvanên din Arda Gulmez, Batu Kaya û Alberk Koç jî her yek 45 rojan ji werzişê hatin dûrxistin.
Di biryara PFDKyê de hat gotin ku lîstikvanan “xala Talîmata Dîsîplînê ya Futbolê ya derbarê bahîsê bin pê kiriye”.
Amedsporê piştî ku ji ber bahîsê ceza li 5 lîstikvanên wê hatin birîn, peymana wan lîstikvanan betal kir.
Amedsporê li ser mijarê ev daxuyanî da:
“Di encama lêpirsînên dîsîplînê yên ku ji aliyê Şêwirmendiya Hiqûqê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ve hatin meşandin û şandina ji bo Komîsyona Dîsîplînê ya Futbolê ya Profesyonel a Tirkiyeyê (PFDK) de, derbarê pênc (5) lîstikvanên me yên profesyonel de ji ber bahîsê biryara cezayên dîsîplînê hat dayîn.
Her çi qas lîstikvanên navborî dema ku lîstikvanên Amedsporê bûn, li ser tîma xwe ti bahîs nelîstibin jî, Amedsporê wekî pêwîstiya pêbendbûna xwe ya bi nirxên exlaqî yên ji roja damezirandina xwe ve, biryar da ku peymana lîstikvanên ku ji ber sedemeke wiha cezayê dîsîplînê wergirtine, betal bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse