Serokwezîr Barzanî spasiya Macron kir

15-03-2018
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Emmanuel Macron Kurdistan Fransa
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  ji bo hewldanên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ên asayîkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de spasiya wî kir.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek raberî Serokomarê Fransayê  Emmanuel Macron kir.

 

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez ji bo hewldanên Emmanuel Macron ên asayîkirina peywendiyşn di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de dilxweşim û spasiya wî dikim. Weke tê zanîn dûr û dirêj e têkiliyên Fransa û Herêma Kurdistanê yên bihêz hene û ez wek erka xwe ya sereke dibînim bihêztir bikim.”


Serokê Fransa Emmaneul Macron pêşwazî li biryara rakirina dorpêçên li ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê kiribû û tekezî li ser piştevaniya Fransa bo Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dike.


Emmanuel Macron di peyamekê de li ser hesaba xwe ya twitterê helwesta xwe li ser biryara Iraqê bo rakirina qedexeya geştên esmanî yên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê wiha eşkere kirib: “Ez pêşwazî li rakirina dorpêçên li ser firokexaneyên Herêma Kurdistana Iraqê dikim. Fransa piştevanî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike, ji bo bihêzkirina diyaloga niştimanî li Iraqê.


Roja Sêşemî 13ê Adara 2018an, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ku qedexeya geşetên navdewletî li ser her du firokexaneyên Herêma Kurdistanê rake, ku ji 29ê Îlona 2017ê ve geştên navdewletî li her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatibûne qedexekirin.


 Li gorî biryara Ebadî, îro Pênşemî 15ê Adara îsal geştên navdewletî yên firokexaneyên Herêma Kurdistanê dest pê bikin.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst