Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Fransayê yê li Îraqê Patrick Durel qebûl kir.
Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî di civînê de amade bû.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat kirin û çend mijarên girîng ên navxweyî û herêmî hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin.
Her wiha tekezî li ser girîngiya serxistina pêvajoya siyasî û birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, parastina aramî û ewlehiya welêt û xurtkirina hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê de hat kir.
Pêvajoya aştiyê û rewşa Sûriyeyê
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku mijareke din a civînê jî nirxandina proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê û gavên dawî bû.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha rewşa Sûriyeyê û rêkeftina agirbestê ya li Xezeyê hatin gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse