AMED - HDP ji bo mîtînga dawîn amade ye

15-04-2017
RÛDAW
Nîşan Amed Mîtîng HDP Giştpirsî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Îro Partiya Demokratîk a GelanHDP mîtînga xwe ya dawîn a ji bo dengên Nexêr lidar dixe.

 

Îro li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê HDP bi beşdariya parlementerên xwe mîtînga komkirina dengê Nexêr ji bo giştpirsiya destûra Tirkiyê lidar dixe. Ev mîtîng beriya giştpirsiyê dê bibe mîtînga dawîn a HDPê.  

 

Biryare demjimêr 01.00ê nîvro mîtînga Amedê pêk were û dê gotara sereke ji aliyê parlementer û Berdevkê HDPê Osman Baydemîr ve were pêkşekirin.

 

Tê payin ku hijmarek ji wan parlementerên HDPê di wê mîtîngê de amadebibin û gotaran pêşkeş bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst