Li Amedê mîtînga Roja Aştiya Cîhanê tê lidarxistin

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Roja Aştiyê ya Cîhanê 1ê Îlonê HDP YSP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk (YSP), li Amedê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngekê saz dikin.

HDP û YSPyê îro demjimêr 16:00an li Meydana Îstasyonê ya Amedê bi diruşma “Ji bo aşitiya civakî jiyana azad û wekhev” mîtîngekê li dar dixin.

Parlamenterên HDPyê doh li navçeyên Rezan, Sûr, Yenişehir û Peyasê belavok belav kirin.

Parlamenteran xelkê vexwend mîtînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê.

Herwiha hevserokên HDPyê yên Bajarê Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan bi beşdariya berpirsên YSPyê yên Amedê û hejmarek saziyên sivîl re li Şaxa Amedê ya Odeya Endezyarên Madenan civîneke çapemeniyê saz kir.

Hevserokên HDPyê yên Bajarê Amedê ji bo beşdariya mîtîngê bangî xelkê Amedê û herêmê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst