Gelo li Bakûrê Kurdistanê Erê yan jî Na li pêş e?

15-04-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HDP CHP AKP Giştpirsî Tirkiye
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Gelê Bakûrê Kurdistanê sibe ji bo giştpisiyê dê dengê xwe bide. Partî û şareza dibêjin, dengê kurdan di giştpisrsiyê de çarenvîsaz e û li bajarên Bakûrê Kurdistanê dengê Na ji yê Erê zêdetire.

 

HDP di wê bawerê deye ku ji ber xebata wan dengê Na zêdebûne lê CHPê jî radgihîne dengê Na hemû ne alîgrên HDPê ne. Ji ber ku wan jî dengên xewe hene. Ji bal xweve AKpartî jî dibêje, li bakûr dengê Na ji sedî 50 û dengê Erê jî ji sedî 50 ye.

 

Li gor şirketên rapirsiyê li Bakurê Kurdistanê dengên na li pêş in. Rêjeya dengên na, ji dengên HDPê ya hilbijartinên borî zêdetir dixuye.

 

Partiya Gel a Komarî CHP jî diyar dike ku dengên na yên Bakurê Kurdistanê ne tenê raya dengderên HDPê ne, di heman demê de dengderên CHP û mûxalîfên HDPê jî rêjeya dengên na zêde dike.

 

Cîgirê Serokê CHPa Amedê Şerîf Dogrûl dibêje; "Muxalîfên MHPê jî li gora xwe xebatekê dikin. Piştî ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, ku bi xwe Dêrsimî ye, CHPê li Kurdistanê xwe bi awayekî baş bi rê xist. CHP di vê referandûmê de xebateke pir xurt bi pêş dixe. Em dibêjin ku di referandûmê de li Kurdistanê ji sedan 70-75ê dengan dê na derbikeve."

 

Partiya Demokratîk a Gelan HDP zêdebûna dengên na bi kar, xebat, pîvan û xeta xwe girê dide. Li gor HDPê Hevserokên partiyê jî di nav de ger parlamenter, rêveber û endamên wê ne girtîbûya dengê na zêdetir derdiket.

 

Endamê Desteya Rêveber a HDPê Omer Onen diyar dike; "Dengên Na li Bakur ji dengên me yên hilbijartinên 7ê Pûşperê û 1ê Mijdarê zêdetir derdikeve. Herçend di bereya na de tenê HDP tune be jî di vê rewşa heyî de zêdetir nêrînên HDPê balê dikşîne ser xwe. Ji ber ku HDP rastiya civakê hemû zelal dike, pirsgirêk û kêşeyên Tirkiyê hemû zelal dike û radixe berçavan. Ji ber ku xema HDPê gel û civak e. HDP ji bo berjewendiyên gel û civakê polîtîkayên xwe dide meşandin. Lewma dengên HDPê her çûye zêdetir bûye."

 

Yek ji partiya ku heviya xwe bi dengên kurdan ve girê daye Partiya Dad û Geşedan AK Partî ye. Li gor AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê dengên na derdora sedî 50 ye.

 

Parlamenterê AK Partiyê Ebûbekîr Bal jî dibêje; "Di referandûma 16ê Nîsanê de dê kurd gellek alîkarî bidin me û dê rêjeyeke pir mezin erê derbikeve. Hem li Bakur hem jî li rojavayê Tirkiyê dê Kurd pişt bide dengên erê û bi vî awayî destekek mezin bidin AK Partiyê. Di hilbijartinên 1ê Mijdar 2015an de me li Bakur çiqas deng sitendiye, em ê qatek din zêdetir bikin."

 

Li gor çavdêrên siyasî dengên dengderên kurd dê li ser ´Referandûma Pergala Serokomarî ya Tirkiyê´ çarenûsaz bin. Digel HDP û CHPê hinek mûxalîfên Partiya Tevgera Netewperest MHPê banga na li dengderan dikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst