Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Parlamentoya Kurdistanê bi marşa “Ey Reqîb” hat aktîvkirin

Ji aliyê RÛDAW 15-9-2017
Parlamentoya Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe piştî 2 salan dest pê kir û bi awaykî fermî parlamento hat aktîvkirin. Aktîvkirina parlamentoyê bi marşa netewî ya Ey Reqîb hat destpêkirin.

 

Civîn bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdisatanê Ceifer Îbrahîm Êminkî birêve diçe.

 

Civîna êvariya îro ya parlamentoyê piştî rêkevtina PDK, YNK û Yekgirtûyê tê.

 

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdisatanê Ceifer Êminkî ku civîn birêve dibir, di destpêka civînê de bernameya civînê aşkere kir. Civîn bi marşa netewî ya Ey Reqîb û xûlekek rêzgirtin bo rêzgirtin li şehîdan dest pê kir.

 

Ceifer Êminkî ragihand, ku mijara sereke ya civîna îro parlamentoyê, referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye.

 

Di civînê de, herwiha ji ber beşdarnebûna Sekreterê Parlamentoyê Fexredîn Qadir, Seroka Fraksyona YNKê Bêgerd Talebanî bi koma dengên parlamenterên amadebûyî weke sekreterê parlamenoyê hat diyarkirin.

 


Tevgera Goranê ku fraksyona di parlamentoyê de xwediyê 24 parlamenteran e, û Komela Îslamiya Kurdistanê ku 6 parlamenter hene, pêştir daxuyanî dabûn û ragihandibûn, ku beşdarî di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de nakin.

 

Goran û Komel daxwaza paşxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.

 

Herwiha Fraksyona Rafîdeyn a Aşûrî, Fraksyona Bizava îslamiya Kurdistanê (1 parlamenter) û Fraksyona Cebheya Tirkmenî (1 parlamenter) jî beşdarî civînê nebûn.

 

Ji bilî wan aliyan, 3 parlamenterên PDKê û herwiha 6 parlamenterên YNKê jî bi sedemên ciyawaz di civînê de amade nebûn.

 


Şîrove

 
Welatparêz | 15-9-2017
KES NEBE KURD DIMIRIN, KES NEBE KURD DIMIRIN, KURD JÎN DIBIN, JÎN DIBIN QET NAKEVEYÊ ALA KURDAN! Şerm liser xîyaneta Gorran û Komala îslamî li dema referandûmê! Çawa dewletbûna Kurdistanê piştgirî nakin? Hûn kî ne? Înşallah Gelê Kurd we li sindoqan veşartin!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.563 seconds