Parlamentoyê biryara referandumê pesend kir

15-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serxwebûn Referandum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –û piştî gotûbêjkirina mijara referandumê, biryara encamdana referandumê di 25ê Îlona 2017ê de pesend kir.

 

Parlamentoya Kurdistanê yekemîn civîna xwe piştî 2 salan êvariya îro Înê 15ê Îlona 2017ê hat aktîvkirin. Civîna îro bi serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Îbrahîm Êminkî birêve çû.

 

Di destpêka civînê de, Ceifer Êminkî bernameya civînê aşkere kir. Civîn bi marşa netewî ya Ey Reqîb û xûlekek rêzgirtin bo rêzgirtin li şehîdan dest pê kir.

 

Piştre Ceifer Êminkî di axavtinekê de ragihand, ku mijara sereke ya civîna îro parlamentoyê, referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye.

 

Di civînê de, herwiha ji ber beşdarnebûna Sekreterê Parlamentoyê Fexredîn Qadir, Seroka Fraksyona YNKê Bêgerd Talebanî bi koma dengên parlamenterên amadebûyî weke sekreterê demkî yê parlamenoyê hat diyarkirin.

 

Civîna êvariya îro ya parlamentoyê piştî rêkevtina PDK, YNK û Yekgirtûyê hat.

 

Piştî gotûbêj û gengeşeke demdirêj, parlamentoya Kurdistanê mijara encamdana referandumê bi raspardeyeke pênc xalî xiste dengdanê û bi piraniya dengan biryara referandumê di 25ê Îlonê de pesend kir.

 

Di civînê de 68 parlamenter ji pêkhateyên Kurd, Tirkmen, Mesîhî (Aşûrî, Suryanî, Kild û Ermenî) û Kurdên Êzidî û fraksyonên PDK, YNK, Yekgirtû, Partiya Komonîst, Arasteya Sêyem, Partiya Sosyalîst, Çaksaziya Tirkmenî û Pêşkevtina Tirkmenî amade bûn.

 

Di dengdanê de ji 68 parlamenterên ku di civînê de amade bûn, 65 parlamenteran dengê Belê bi kar anî û biryara referandumê pejirandin. Herwiha 3 parlamenteran jî dengê xwe bi kar neanîn.

 

Parlamentoya Kurdistanê bi vê biryarê bi awayekê fermî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê erkdar kir, ku referanduma serxwebûnê di 25ê Îlonê de encam bide.

 

Seroka Komîteya Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê raspardeya parlamentoyê y abo Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê xwand, ku xalên wê ev in:

 

“1 - Parlamentoya Kurdistanê, Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê radispêre (erkdar dike) ku roja duşembî 25-09-2017ê li Herêma Kurdistanê û tevahiya deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê referandumê ji bo mijara serxwebûna Kurdistanê encam bide.

 

2 - Parlamentoya Kurdistanê hemû wan rêkaran pesend dike, ku Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê û gişt aliyên pêwendîdar ji bo serxistina proseya referandumê cîbicî kirine.

 

3 - Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê derbarê mekanîzmên yasayî yên birêvebirina proseya referanduma bo serxwebûna Kurdistanê, pişt bi yasaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê ya hejmar 1 a sala 1992 a pêdeçûyî (hemwarkirî, sererastkirî) girê dide, herwiha yasaya hilbijartina Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê, a hejmar 4 a sala 2014ê û her yasayeke din a pêwendîdar.

 

4 - Parlamentoya Kurdistanê aliyên pêwendîdar serpişk dike, ji bo cîbicîkirina her rêkar û biryarekê bi mebesta dabînkirina mafê çarenivîsê û tevahiya mafên gelê Kurdistanê, bi curekê ku di mijarên çarenivîssaz de em vegerin bo Parlamentoya Kurdistanê. Komîsyona Bilinda Serbixwe û Referandumê jî erkdar dike, bo hemahengiya li gel wan aliyan.

 

5 - Ev raspardeyên ku di xalên serî de hatine, taybet in bi referanduma ragihandinî ya 25-09-2017ê.”

 

Tevgera Goran, Komela Îslamiya Kurdistanê pêştir daxuyanî dabûn û ragihandibûn, ku beşdarî di civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê de nakin.

 

Goran û Komel daxwaza paşxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst