ÎDÎA - Serkirdeyê PKKê di operasyonê de canê xwe ji dest daye

17-12-2017
RÛDAW
Nîşan PKK Dêrsim Operasyon Tirkiye Leşker
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Walîtiya Dêrsimê ragihand, di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Artêşa Tirkiyê  û gerîlayên PKKê de, li çoltera Pilemûrê 8 gerîlayan canê xwe ji dest dane û yek ji wan jî berpirsê wê herêmê Mûrat Dag ê bi nasnav Ferhat Yilmaz e. Lê PKKê heta niha derbarê vê mijarê de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

 

Di dema operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê ya li navçeya Pîlemûr a Dêrsimê de, di navbera leşker û gerîlayan de şer derket.

 

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Dêrsimê, roja 16ê Kanûnê, li devera Kizilmescîd-Karagol Dereyê ya Pîlemûrê, di encama şer û pevçûnan de 4 jî jin, bi giştî 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. 


Di daxuyaniyê de hate gotin, ku yek ji wan gerîlayên canê xwe ji dest daye Mûrat Dag ê bi nasnav Ferhat Yilmaz e, ku xelkê Amedê ye.  Li gorî daxuyaniyê Mûrat Dag di Lîsteya Gewr a dewletê de bûye. 

 

Walîtiyê ragihand, ku di heman oparasyonê de 5 çekên keleşkof, 3 çekên M-16 û demançeyeke glock hatiye desteserkirin.

 

Derbarê van agahiyan de heta niha PKKê ti daxuyaniyek nedaye.

 

Ji aliyê din ve, qedexeya derketina derve ya li 30 herêmên Dêrsimê jî dewam dike.

 

Walitiya Dêrsimê duh bi daxuyaniyekê daxuyand ku li navenda Dêrsimê û 4 navçeyên wê Qisle, Xozat, Pîlemûriye û Pulurê, bi giştî li 30 herêman qedexek hatiye ragihandin.

 

Walîtiyê da zanîn ku qedexe roja 17ê kanûnê heya 31ê Kanûnê dê berdewqam bike.

 

 (N.S)

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst